NAVENDA NÛÇEYAN - Berdevka Wezareta Karên Hundir yê Rûsyayê Mariya Zaharova, diyar kir ku di êrîşa Tirkiye ya li ser Efrînê de sivîl jî di navde bi sedan kes hatin kuştin.
Berdevka Wezareta Karên Hundir yê Rûsyayê Mariya Zaharova, di civîna hefteyî ya çapemeniyê de diyar kir ku di êrîşa TSK'ê ya di 20'ê Çile de li ser Efrînê dest pê kiriye sivîl jî di navde bi sedan kes hatin kuştin. Zaharova, wiha got: "Hikûmeta Tirk diyar dike operasyona di 20'ê Çile de li Efrînê li dijî YPG'ê daye destpêkirin li gorî Rêziknameya Neteweyên Yekbûyî (NY) ye. Lê li gorî agahiyên li cem me, di nava 10 rojan de sivîl jî di navde bi sedan kesan jiyana xwe ji dest dane. Bi Bakurê Sûriye rewş zêde me dixe nava fikaran. Em bê guman rewşê ji nêzîk ve dişopînin û me dê bişopînin. Rewş me dixe nava fikarên cîddî. Moskova, bang li Tirkiye dike ku li Efrînê li gorî pîvanan tev bigere. Zaharova, anî ziman ku helwesta Rusya ya ji bo tevahî û yekitiya axa Sûriye didome.