ENQERE / MÊRSÎN – Polîsan mudaxeleyî, parêzerên xwestin binçavkirina endamên Konseya Navendî ya TTB’ê şermezar bikin kir û destûr neda li dar xistina daxuyaniya çapemeniyê.
Yekîtiya Bijîşkên Tirk (TTB) têkildarî operasyona Efrînê daxuyaniyekê dabû û gotibû ku ew şer naxwazin û aştiyê dixwazin. Piştî daxuyaniyê endamên Konseya Navendî yên TTB’ê 11 kes hatin binçavkirin. Li dijî binçavkirina rêveberên TTB’ê nerazîbûn dewam dikin. Parêzerên Hemdem ên Azadîxwaz xwestin li ber Edliya Enqereyê daxuyaniya çapemeniyê li dar bixin. Polîsan destûr neda parêzeran daxuyanî li dar bixin. Li gel destûr nedayîna polîsan parêzeran xwest daxuyaniyê bidin. Parêzeran slogana “Ji şer re na anha aştî” berz kirin. Dema parêzeran slogan berz dikir, polîsan derdora polîsan dorpêç kir. Bi mudaxeleya polîsan re çalakî bi dawî bû û parêzeran li ber edliyê sloganên li dijî şer berz kirin.
MÊRSÎN
Endamên Platforma Ked û Demokrasiyê jî binçavkirina rêveberên TTB’ê şermezar kir. Platformê bi beşdariya gelek nûnerên saziyên civakî û partiyên siyasî li avahiya Odeya Bijîşkan a Mêrsînê civîna çapemeniyê li dar xist. Hevserokê Şaxa SES’ê ya Mêrsînê Yilmaz Bozkurt axivî û diyar kir ku ev operasyon li dijî hemû aligirên aştiyê daxwaz dikin pêk hatiye û dixwazin bi van operasyonan aştîxwazan bêdeng bikin. Yilmaz destnîşan kir ku ew ê ji niha şûn ve hin bêtir bibêjin aştî û dê aştiyê qîr bikin.
Serokê Odeya Bijîşkan a Mêrsînê Dr. Ful Ugurhan jî wiha got: “Bi rastî jî şer pirsgirêka tenduristiya gel e.”