NAVENDA NÛÇEYAN - Bi deh hezaran kurd li Kobanê, Heleb, Minbic û Girê Spî daketin qadan û êrîşa TSK'ê ya li ser Efrînê şermezar kirin.
Tirkiyeyê bi piştgiriya OSO'yê di 20'ê Çileyê de ji hewa û bejahî ve li dijî Kantona Efrînê ya Federasyona Bakurê Sûriyeyê êrîş da destpêkirin. Êrîş di roja 12'emîn de dewam dikin û heta niha ji 60 zêdetir welatiyên sivîl di êrîşên Tirkiyeyê de jiyana xwe ji dest da û bi dehan sivîl birîndar bûn. Gelê Heleb û Kobanê derketin qadan û êrîş şermezar kirin.
Bi deh hezaran welatiyên Minbicê, Kobanê, Sirîn, Girê Spî, Tebqa, Reqqa, Dêra Zorê li xaçerêya Sirînê ya Kantona Kobanê gihîştin hev û dest bi meşê kirin. Bi deh hezaran welatiyên Rojava ber bi Pira Qereqozekê ve dest bi meşê kirin û êrîşên dewleta tirk şermezqar kirin.
Di meşê de nûnerên Meclisa Jinên Sûriyeyê, MSD, QSD, rêveberên Federasyona Demokratîk a Bakuê Sûriyeyê, hemû rêxistin û partiyên siyasî bi yek milî li dijî dagirkeriyê berxwedana Efrînê silav kirin.
GELÊ HELEBÊ ÊRÎŞ ŞERMEZAR KIRIN
Li Helebê jî gel li qadan bûn û komkujiya li dijî sivîlên Efrînê û bêdengiya civaka navneteweyî şermezar kirin. Welatiyan soz dan ku berdêl çi bibe bila bibe ewê serî ji dagirkeriyê re netewînin.
DÊ TEQES SERKEFTIN A ME BE
Meleyê Mizgefta Mezin a Şêxmeqsûd Ebdulrehman Xezo diyar kir ku ji taxa Şêxmeqsûd taxeke berxwendêr e û wiha got: "Komên çete yên Tirkiyeyê piştgiriya wan dike taxa me topbaran dikirin. Me bi yek dilî di yek çeperê de li dijî fuzeyên wan li ber xwe da. Vaya îro Erdogan êrîş herêma Efrînê warê lehengan dike. Lê bila dewleta Osmanî ya sûcdar bîzanîbîn ku em Efrînê bi tenê nahêlin û em li dîjî terora Erdogan bisekinin. Berxwedan jiyan e, em nawestin, heta dawiyê emê li ber xwe bidin, wê tekez serkeftin a gelê me be."
'JI FAŞÎZMA WAN RE BES E'
Fatima Hesen da zanîn ku ew wekî jinên bajarê Helebê ew Efrîn tenê nahêlin û wiha pê de çû: "Emê li çeperan li rex xwişk û birayên xwe yên Efrînê şer bikin. Efrîn serî natewîne, ji ber ku warê leheng û şehîdan e, her şervanek li Efrînê ji bo me pîroz e, emê heta dawiyê Efrînê biparêzin. Ma faşîzma Tirkiyeyê ji xwîna gelê Sûriyeyê têr nebûye, me ne bes e kuştina jin û sivîlan, kanî wijdana mirovahiyê, ma ev komkujî dê heta kêngê dewam bikin?"
TARIQ EBID EL EZIZ
Welatiyê bi navê Tariq Ebdulezîz jî êrîşên Tirkiyeyê şermezar dikim û ev tişt anî ziman: "Ev êrîş xaka Sûriyeyê binpê dike. Herêma Efrînê bi dehhezaran koçber ji herêmên cuda yên Sûriyeyê hembêz kir. Erdogan naxwaze li vê herêmê aramî pêk were. Ji ber wê êrîş dike beyî ku bêje mezin û biçûk hemû sivîlan qetil dike."