NAVENDA NÛÇEYAN – Parlamenta Herêma Federal a Kurdistanê êrîşên li ser Efrînê weke ‘ hewldana dagirkeriyê’ bi nav kir û diyar kir ku êrîş yekîtiya neteweyî ferz dike. Parlamentê bang li derdorê navneteweyî kir.
Parlamenta Başûrê Kurdistanê, di rûniştina têkildarî Efrînê de êrîşa li ser Efrînê wekî ‘hewldana dagirkeriyê’ pênase kir. Parlamenteran piştî rûniştinê daxuyanî dan û diyar kirin ku helwesta gelê Başûrê Kurdistanê ya li dijî hewldana dagirkirinê zelal e. Parlamenteran tiştên ku pêwiste gelê Başûr û hikûmet bike wiha rêz kir: Divê deriyê sînor yê navbera Başûr û Rojavayê Kurdistanê de ji bo hevkarî û alîkariyên pêwîst yên di warê tendûristî û mirovî bi taybet ji bo Efrîn û giştî Rojavayê Kurdistanê. Pêwîste hêz û aliyên Rojavayê Kurdistanê ji ber metirsiyên li ser destkeftiyên Rojavayê Kurdistanê, nakokiyên navbera xwede bidin aliyekî, bi rêya diyalog û hev qebûlkirinê yekîtiya neteweyî pêk bînin û destkeftiyên xwe biparêzin. Em di vê qonaxê de ji bo pêk anîna erkên netewî yên hevbeş lidar xistina Kongreya Netewî ya Kurdistanê pêwîst dibînin. Divê berjewendiyên sereke yên netewî di ser berjewendiyên îdeolojî, hizbî û siyasiyan re bigirin
Tevgera Goran bi sedema ku derxistina hêzên Tirk ên ji Başûrê Kurdistanê û di serî de Deriyê Sêmalka, vekirina sînorên di navbera Başûrê Kurdistanê û Rojava de nekiriye rojeva xwe duh civîn protesto kiribû. Dema ku civînê dest pê kiribû komeke ciwanan a ji Başûrê Kurdistanê ji Silêmanî ber bi Efrînê ve bi rê ketibû. Ciwan duh heta bi navçeya Pîremagrûnê çûbûn û piştî ku bi şev li vir mabûn vê sibehê dîsa rêya xwe domandin.