EFRÎN - Oldarên Efrinê helwesta Dîyanetê ya xwest li mizgeftan weazan bidin û duayan bixwînin şermezar kirin û diyar kirin xebatên Diyanetê li dijî rêgezên Îslamê ne û gotin: "Ev xebatên wan Dersim, Çorûm, Mereş û sêwasê tîne bîra me."
Rêveber û melayên Meclisa Yekitiya Ol a Efrînê helwesta Diyanetê ku olê îslamê dixe xizmeta şer şermezar kirin. Oldanan diyar kirin ku Serokatiya Karên Dîyanetê piştî êrîşa li dijî Efrinê dest pê kir, ferman da ku mela li hemû mizgeftan sureya Fetihê bixwînin û duayan bikin.
Oldaran, anîn ziman ku ev yek li dijî olê îslamê ye û wiha gotin: "Ev yek Dersim, Çorûm, Mereş û Sêwasê tîne bîra me.
'TIRKIYE Û OSO LI MIZGEFTÊ ME DIXE'
Yek ji mezinê şêxên Efrinê Ehmed Îbrahim, diyar kir ku li gorî olê îslamê divê gel bi hevre û wek hev bijîn û wiha got: "Efrîn ne tenê cihê misliman e. Efrîn warê baweriyên din e jî. 6 salin hemû baweri bi hevre di nava aramiyê de dijîn. Em vê helwesta Dîyanetê şermezar dikin. Dixwazin olê îslamê têxis xizmeta xwe. Di olê îslamê de xerakirina mizgeftan tune ye. Tirkiye û OSO bihev re li mizgeftên me dixin. Ev di olê islamê de tune ye."
'SENARYO YEK E'
Endamê Meclîsa Elewî û Meclisa Yekîtîya Ol Pir Comerd jî anî ziman ku hemû bawerî hatine cem hev û meclîsa baweriyan ava kirine û wiha got: "Me li Efrînê meclîsa baweriyan ava kiriye. Fermana Diyanetê ya ji bo mizgeftan komkujiyên Dersim, Çorûm, Sêwas û Mereşê tîne bîra me. Wê demê jî li dijî kurdên berxwedêr fetva derxistin. Kuştina kurdan rewa kirin. Niha heman tiştî ji bo Efrînê dikin. Êrîşa li dijî me rewa dikin."
'WARÊN OLÎ BOMBE DIKIN'
Mele Îdris Îsmail jî diyar kir ku Diyanetê ol xistiye xizmeta hikûmetê û wiha got: "Ev tişt li ser navê îslamê bê kirin ne rast e. Tirkiye ewil li cih olî bombe dikin. Ev yek di ola îslamê de tune ye. Efrîn ne bi tenê ye. Vir warê kurd, ereb, tirkmen, êzîdî û elewiyan e."
MA/ Nazim Daştan