NAVENDA NÛÇEYAN – Êrîşa li dijî konvoya TSK’ê ya li Idlibê rêxistina Cephe El-Şebiyê girt ser xwe.
Li bajarokê El-Etarib a girêdayî bajarê Idlibê ya Sûriyeyê konvoya Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) rastî êrîşa teqemenî hatibû. Serfermandariya Giştî ya Tirkiyeyê ragihandibû ku personelek jiyana xwe ji dest daye û leşkerek û personelek jî birîndar bûye.
Rêxistina Cebhe El-Şebiyê ragihand ku konvoya TSK’ê ya rastî êrîşê hat ji aliyê wan ve pêk hatiye. Daxuyaniya têkildarî êrîşê wiha ye: “Di 30’ê çile 2018’an de şervanên me li bajarokê El-Etaribê çalakiyek li dijî artêşa tirk a dagirker pêk aniye. Di çalakiyê de 3 leşkerên tirk hatine kuştin û 6 leşker jî birîndar bûne.”