AMED - Hevseroka KCD'ê Leyla Guven, piştî 9 rojan di bin çavan de ma, derxistin Edliyeya Amedê.
Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven di 22'yê Çileyê de li Amedê li ber mala xwe hat binçavkirin, piştî îfadeya li Miduryeta Polîsan a Amedê, sewqî Edliyeya Amedê kirin. Guven ji ber ku li ser hesabê xwe yê medyaya civakî bertek nîşanî operasyona li dijî Erfînê dabû û di 21'ê Çileyê de nerazîbûn nîşanî serdagirtina polîsan a avahiya HDP'a Amedê dabû, der barê wê de bi lez û bez lêpirsîn hatibû destpêkirin. Piştî lêpirsînê Guven hat binçavkirin.
Dozgerê lêpirsîn da destpêkirin, di dosyaya Guven de xebatên KCD'ê, daxuyaniyên dane çapemeniyê jî lê zêde kir.
Hat diyarkirin di lêpirsîna li miduriyeta polisan de Guven mafê xwe yê neaxaftinê parast û dê li dozgeriyê îfadeyê bide.