HELEBÇE - Li Helebçeyê bi beşdariya hemû pêkhateyên bajêr meşa mezin a ji bo piştgiriya Efrînê dest pê kir.
Bajarê Helebçe ji bo êrîşên Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) ên hewayî û bejahî yên li ser Efrînê şermezar bike û piştgirî bide Efrînê daket kolanan. Meş û çalakî bi pêşengiya Waliyê Helebçe û bi beşdariya sazî, karmend, mele, rêxistinên civaka sivîl û gelek welatiyên bajêr meşa ji bo piştgiriya Efrînê destpê kir. Meşê li ber Heykelê Mamostanenas dest pê kir û ber bi bazara Helebçe ve didome. Piştî meş bigîhîje ber Baxê Giştî yê Helebçe li vir daxuyaniya çapemeniyê dê bê dayîn.