EFRÎN – Li gel bombebarankirina TSK’ê li Efrînê jiyana rojane didome. Efrîniyan bertek nîşanî êrîşan dan û gotin: “Li vir kurd, ereb, tirkmen, ermenî, elewî û êzidî bi hev re dijîn. Tu pirsgirêk jî dernekave.”
Li gel bobebarankirina hewayî û bejahî ya Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) ya li dijî axa Efrînê, welatiyên li bajêr jiyana xwe rojane didomînin. Cemat piştî ji mizgeftê derket bertek nîşanî êrîşan û Serokê Giştî yê AKP’ê û Serokomar Recep Tayîp Erdogan dan. Welatiyan ev pirs kir: “Tu misilmanek çawa yî?’ Welatiyan nêrînên xwe bi erebî anîn ziman û gotin: “Lê binêr li vê mizgefta Efrînê beriya niha gelek kes li gel şer jî nimêja xwe kir û derket. Niha tişta ew dikin misilmaniye? Çi ji me dixwazin? Li vir kurd, ereb, tirkmen, ermenî, elewî û êzidî bi hev re dijîn. Tu pirsgirêk jî dernekave.”
3 KESÊN JI HEMAN MALBATÊ BIRÎDNAR BÛN
Li aliyê din duh di bomberankirina gundên girêdayî navçeya Raco de 3 kesên ji heman malbatê birîndar bûn. Nasîb Reşîd Elî yê li nexweşxaneyê derman dibe diyar kir ku bi wî re jinbir û birayê wî ji aliyê balafirên tirk ve hatine bombebarankirin.