ÎZMÎR – Bavê Emrah Parlak Nusrettin Barlak, bertek nîşanî beraeta polîsê ku kurê wî kuşt da û got: "Bi biryara beraetê gotin 'polîs dikare mirovan bikujin. Serbest e polîs mirovan bikujin'. Edalet tune ye. Ger ku hebûya dê ne wisa bûya."
Li Semta Eskîîzmir a Îzmirê di 12'ê Tebaxa 2012’an de polîs gule berdabû Emrah Barlak û Parlak jiyana xwe ji dest dabû. 4 kes jî birîndar bûbûn. Piştî bûyerêder barê polîs Îmran Kahya de doz hat vekirin û bi sucdariya “Bi zanebûn kuştiye" cezayê muebetê hat xwestin. Piştî doz hat dîtin heyeta dadgehê ji holê baş ceza daxist 8 sal û 4 salan. Di 24'ê Tîrmeha 2017'an de li ser îtîrazê doz ji nûve hat dîtin. Dadgeha bilind bi îdîaya polis İmran Kahya parastina rewa kiriye doz xera kir. Di 27'ê Çileya 2018’an de doz ji nûve hat dîtin. Di danişîna doza 27'ê Çile de polîs Îmran Kahya beraet kir.
Bavê Emrah Barlak Nusrettin Barlak, bertek nîşanî beraeta polîs da û wihagot: “Polîs kê bikuje nayê cezakirin. Dema kurê min hat kutin kurê min 24 salî bû. Polîs kurê min bi 4 guleyan kuşt. Polîs ewil parast ku li cem Emrah kêr hebû. Lê kêr li cem kurê min tune bû. Kurê bin bi îdîayên 'PKK'yî, firotina Hişbirê û diziyê' hat tawanbarkirin. Edalet tune. Ger ku edalet hebûya ev encam ji dadgehê dernedekite. Ez çûm Enqereyê. Ji ber ku min wêne kurê xwe li Çankaya ya Enqereyê wêneyê kurê xwe rakir, 180 lira cezayê pereyan li min birîn. Îro serbest berdan dê sibê wî xelat jî bikin. Medya jî bû şirikê sucdarkirinê û ji bo kurê min û nûçeya 'Rêberê PKK'ê hat kuştin' derbas kirin. Piştî dîmen derketin holê her tişt diyar bû.
ŞAHID HATIN BINÇAVKIRIN
Barlak, anî ziman ku şahidên bûyerê jî hatin binçavkirin û wiha got: “Îktîdarê edalet xistiye destê xwe û li gorî xwe xistiye xizmetê. Dewleta polîsan ava kiriye. Lie Newroza Amedê polisan Kemal Kurkut kuşt. Ji ber polîs dizanin nayên cezakirin serbest mirovan dikujin. Dilê polîs çawa bixwaze wisa girtekê amade dike. Dozger û dadger jî wê girtekê esas digire. Bi vê biryarê hat gotin ku polîs di kuştina mirovan de serbest e."
Daraz jî alîgiriya dewletê dike. Piştî kurê min hat kuştin, polisan 18 caran bi ser mala min de girt. Lê dadgehê ev yek nedît. Ji bo ez dest ji dozê berdim gelek zext li min kirin. Lê ez dest ji vê dozê bernadin. Heta kujerê kurê min bê darizandin ezê têbikoşim. Hêj her tişt neqediya ye. Ez dê serî li Dadgeha Mafên Mirovana Ewropa bidim."
MA / Ruken Demir