Başkaya: Desthilatdarî li Efrînê agir pê xist, dibe ku nikaribe vemirîne

img
ENQERE - Akademîsyen-nivîskar Fîkret Başkaya diyar kir ku armanca êrîşên li dijî Efrînê ewe ji îslamîstên radîkal re qadê vekin û ev tişt got: "Lê dibe ku ev rewş berovajî bibe. Şewata ku desthilatdariyê li Efrînê pêxist, dibe ku nikaribe vemirîne. Ruhên ku bang li wan kiribû dibe ku şûn ve neşîne."
 
Êrîşa li dijî Efrînê di roja 12'emîn de bi piştgiriya hêzên navneteweyî berdewam dike. Rexnegirê pergalê Akademîsyen-Nivîskar Fîkret Başkaya di vê der barê de pirsên ber mersivandin. Başkaya li ser êrîşan rawestiya, aşkera kir ku ji hêlekê ve ji bo DAIŞ'ê qad tê vekirin, ji hêlekê ve siyaseta navxweyî dîzayn dikin. Başkaya ji bo kurdan jî got ku divê kurd baweriyê bi hêza xwe ya cewherî bînin.
 
Hevpeyvîna Başkaya ya bi Ajansa Mezopotamyayê re wiha ye:
 
Tevgera li dijî Efrînê dest pê kir. Hûn vê çawa dinirsînin?
 
Di vê yekê de armanca wan çi ye ne diyar e. Lê li holê, tiştekî wekî ku ji cîhadîstên îslamî re dixwazin qadekê vekin û tiştekî wiha dixwiyê. Hêzeke di bin serweriya wan de, cîhadîst, îslama radîkal. Li holê tenê tevgereke li dijî kurdan nabînim. Ya rast roja ku krîza li Sûriyeyê derket heta niha, armanceke wan a mudaxaleyê wir bikin, tevgereke di bin serweriya xwe de ava bikin û niyeteke wan a satalît hebû.
 
Ev çawa tê rewakirin? 
 
Yanî pirseke wiha heye, ji hêla Efrînê ve tu êrîş li hemberî vir çênebûye. Vê wekî hincetekê dibînin lê hinçetek wiha ne rast e.
 
Tevgereke wiha tu aliyê wê yê rewa û mafdar tune. Bi tu awayî li hiqûqa navneteweyî nayê. Sedemeke vê ya derve heye, min ev got. Dixwazin ji bo komên cîhadî, oldar û keriyên kujeran statuyekê ava bikin.
 
Bi giştî dixwazin pêşî li tevgera kurdan bigirin. Lê heke armanc ev be bi Efrînê destpêkirin bê wate ye, ji ber ku hêza herî zêde ya tevgera kurd aliyê rojhilatê Firatê ye. Lê nikare bi ser wir de biçe ji xwe ne hêsan e, DYA û hew hene. Wê demê çi dike li wir, dixwaze ji bo tevgerên tengijî ne ji wan re qadê veke. Cihadîstên di pêşên jêr de berbi walî de paqijkirine rihet bike... Lê retorîka ji raya giştî ya cîhanê re pêşkêş kirine ne wisa ye.
 
Dibêjin ku 'Emê ji wir de ji Efrînê de bikevnê, berbi rojhilat ve biçin.' Lê ev ne hêsan e. Tu aliyê vê tevgerê yê rewa û mafdar dune. Tu aliyê wê yê hiqûqa navneteweyî tune. Sedemeke wê ya derve heye û min ew jî anî ziman. Ji wan hêzên kujer re qadê vedikin. Armanceke wana hundurîn heye...
 
Berî ku biçe wê qadê, armanceke wana ku we behs kir heye?
 
Na, berî wê heye. Piştî li Tunusê serhildanê dest pê kir û piştre xwe gihand Misirê moralê van gelekî bilind bû. Ji me re roj derket ji Fasê heta Afganistanê bant-xetek sunnî dê vebe. Îslama nerm a ku DYA'yê digot ev e. Van jî, ji vê re pêşengî kir û di sedsala nû de xwestin Neo-Osmaniya nû di vê sedsalê de îhya bikin. Ji bo vê sond xwaribûn ku rejîma Esad hilweşînin. Gotin emê di hefteyêkê, 15 rojan de xwe berbi Şamê ve bi pêş de biçin. Lê ne wisa ye. Rast nexwendin, ji ber ku fikirîn ku piştgiriya gel li wir tune, lê xelet bû.
 
Ya duyemîn Hîzbûllah, Îran û Rûsya ketin dewrê û projeya rûxandina Esad vala derket. Lê niha jî hêj dest ji vê bernedane. Ew sonda wan dewam dike, dixwazin Esad hilweşînin û dewleteke di bin serweriya xwe de ava bikin...
 
Wê demê difikirin ku Osmaniyan ji nûve îhya bikin. Di serî de heta niha ev proje hebû. Dema fêm kirin ku dê ev lîsik neyê leyîstin hêj Esad naxwazin û dixwazin birûxînin. Rastî derket holê ku ev ne pêkan e, vê carê xwestin li hin herêman bermahiyên radîkal, îslameke polîtîk, DAIŞ, El Qaîdeyê bi cih bikin. Bêguman kurdan jî bê bandor bikin.
 
Belê we bal kişandibû ser sedemên navxweyî jî? 
 
 
Dema rejîmeke despotîk be ev qural e, dîktator tiştekî qezenc neke biryarê nade. An jî bi fen û fûtan bizanibe ku dê hilbijartnê qezenc bike dê destûrê bide. Muxalefetê çav berdaye hilbijartinên 2019'an, lê ev nêrîneke tewş e.
 
Armanceke wana ji bo nundur jî heye. Bi vê re bingeha dengê xwe mezin bike, an jî biparêze, muxalefetê hêj zêdetir bê bandor bike, hilbijartinên 2019'an teqes bike... Dema rejîmeke despotîk be ev qural e, dîktator hilbijartina ku bizanibe dê qezenc neke destûrê nadê. An jî bi fen û fûtan bizanibe ku dê hilbijartnê qezenc bike dê destûrê bide. Muxalefetê çav berdaye hilbijartinên 2019'an, lê ev nêrîneke tewş e. Ha tiştek din jî heye ev Tirkiyeyê bi rêve dibin. Dixwazin hemeleyeke wiha bikin û bablîsokê rakin. Bêguman dixwazin hêza kurdan a li wir jî bêbandor bikin. Niyeta esalî ev e.
 
Tiştên we qala wan kir danîne holê, miraz dikin. Belê, rastî çî ye?
 
Di navbera niyet û rewşa realîst de ne hewce ye hevdû qebûlkirineke dibêtî hebe. Dibe tiştek wiha bibe. Çawa van dizanibû dê di hefteyekê de Şamê, Helebê nikaribin bigirin, li vir jî bi dîwarekî wisa re rû birû ne. Dibe ku ev rewş dirêj bajo. Dema dem dirêj bibe, dibe ji vê tevgerê tiştek dernekeve. Li Efrînê nifûsa kurdan zêde ye û girseyeke zane li wir heye. Dibe di warê kurdan de berxwedan hêsan be. Ji ber wê dibe rêveçûna bûyeran biguhere. Dibe ku şewata ku derxistibin nikaribin vemirînin. Dibe ku ruhên ku bangî wan kiribin nikaribin şûnve bişînin. Xetereyeke wiha ji bo wan jî heye.
 
Tiştekî din jî heye li vir bi sorkirina nijadperestî, netewperestiyê rejîma zextan diparêzin û vê yekê beşekê bi ser dixin jî. Mînak CHP, di vir de di polê de ma. Ya rast li vir meclis tune lê qet nebû dikaribû pêşî li tevgereke dagirkeriyê ya wiha bi lez û bez dest pê kir bigirta. Ev di warê muxalefetê de jî pirsgirêkek cidî ye. 
 
Hûn di vê mijarê de CHP'ê rexne dikin lê ka çi ji CHP'ê tê hêvîkirin? Hemû operasyonên derveyê sînor CHP'ê îmzeya xwe avêtiyê.
 
Heke tu muxalefet bî divê tu muxalefetê bikî û li gorî wê tev bigerî. Bi lez û bez piştgirî dayîna desthilatdariyê... Bêguman sicîl xirab e. Her dem reheke netewperest serdest e, di vir de nîqaş tune. Di dawiya dawî de li vir li dijî jiyana mirovan êrîşeke berfireh heye. Divê li dijî wê derkevin. Van beyî ku tevgerê nîqaş bikin piştigî dan. Bêguman CHP partiyeke dijberî kurdan e. Ev pirsgirêka kurd pirsgirêkeke 100 salî ye. Pirsgirêkek 100 salî nabe. Pirsigrêkek dibe tê çareserkirin. 100 sal e çareser nebûye.
 
Gelo naxwazın çareser bikin? 
 
Pirsgirêkek 100 salan tê berdewamkirin? CHP jî ji wê rehê tê. Di rêbaza van a rêvbirinê de çi ji gel bê qebûl nakin. Ev quralek e. Ez carekê ji tiştekê re bêjim erê, mecbûrim ji hin tiştên din re jî bêjim erê. Tirseke wan heye.
 
Belê, naxwazin ev bê çareserkirin. Di sala 1925'an de jî nedixwestin, di 2018'an de jî naxwazin. Ji ber ku li ser vê pirsgirêkê pêşî li demokrasiyê digirin û vê jî bi ser dixin. Daxwazên ji miroan tên dikarin bitepisînin, welat dişêlînin. Nêzikatiyeke rejîmê ya wiha heye. Naxwaze çareser bike. Ne hesp û hêştir e. Pirsgirêkek 100 salan tê berdewamkirin? CHP jî ji wê rehê tê. Di rêbaza van a rêvbirinê de çi ji gel bê qebûl nakin. Ev quralek e. Ez carekê ji tiştekê re bêjim erê, mecbûrim ji hin tiştên din re jî bêjim erê. Tirseke wan heye.
 
Dema hûn aliyê vê tevgerê yê navneteweyî dinirxînin hûn çi dibînin? Rûsyayê bi vekirî ev erê kir, NATO, Îngiltere û Hollandayê jî piştgirî da, DYA'yê bi bêdil (kerhen) qebûl kir...
 
Ev meseleyeke li gorî berjewendiyên hêzên navneteweyî ye. Dema berjewendiyên dewletê bûn mijara gotinê, li holê tu nirx û exlaq ne mijar gotinê ye. Ji hêzên hegonomîk dost û hevparê stratejîk nabe. Berjewendiyên van ên stratejîk dibin û têkiliyan li gorî wê dtînin. Yanî di serî de aprîorî (hoker) dê li gorî hin rêgezan biçe, tiştekî wisa tune. Ji xwe emperyalîzma DYA'yê di bingeha pirsgirêkên herêmê de nîne? Îngîlîz û fransî tune ne? Pirsgirêkên ku van berî sed salan derxistin, hêj herêm wan pirsgirêkan dijî. Li gorî min divê kurd zêde baweriya xwe bi wan aliyan neynin. Der û dor bi neyaran dorpêçkirî ye lê ruxmê wê jî dê rast nebe.
 
Li gorî we divê kurd çi bikin, bi kesî re têkiliyan daneynin? 
 
Divê baweriya xwe bi hêza xwe bînin, li gorî hêza xwe tev bigerin. Divê her unîte li cihê lê ye li gorî demokratîkkirina wê rejîmê di nava hewldanan de be. Divê bibe xwedî vê statuyê û li gorî wê herêman demokratîk bike. Ez alîgirê bila dewleteke min jî hebe nînim. Ez dizanim dewlet çî ye. Tiştekî wekî bila dewleta tebe tune. Wekî ku dewleta te be tê dîtin. Dewlet pergaleke zilmê ye. Wekî ku dewleteke kurdan hebe dê biçin buhiştê. Lê ne werê ye. Heke dewleta kurdan hebe dê îşkenceyên wan jî hebin. Ji xwe em armanc dikin ku ji van dewletan rizgar bibin. Tişta tu dibêjî dewlet çî ye? Amûra şidetê ya di destê hin çînan de ye.
 
Hûn heman tiştî ji bo Tirkiyeyê jî difikirin?
 
Pergala kapîtalîzmê dest pê kiriye û ber bi jêr ve diçe. Pêvajoya rûxandinê dest pê kir. Ji vê rizgarî tune. Krîz bi asayî averêyî ye (normalde sapma) û bi asayî derfetên vegerê hene. Lê rûxandin ne wisa ye. Dema pêvajoyê dest pê kir, veger tune.
 
Bêguman, ez vê bi globalî dibêjim. Ev ji bo Tirkiyeyê jî wisa ye. Heke pêşerojek hebe divê mirov ji dewlet, pere û milk bê rizgarkirin, divê tu kes vê xilî xwar neke. Ji derveyê vê tu pêşeroja mirovahiyê tune. Ev dewlet mirovahiyê ber bi tunebûnê ve dibin. Ev pergala kapîtalîzmê. Mînak avê bi pere difiroşe te. Her tişt kiriye malê xwe. Her kes proleter e. Gundî jî kiriye proleterî. Gundiyê tu dibînî ne ew gundî ye. Wekî glogalî pirsgirêkeke wiha heye. Pergala kapîtalîzmê dest pê kiriye û ber bi jêr ve diçe. Pêvajoya rûxandinê dest pê kir. Ji vê rizgarî tune. Krîz bi asayî averêyî ye (normalde sapma) û bi asayî derfetên vegerê hene. Lê rûxandin ne wisa ye. Dema pêvajoyê dest pê kir, veger tune. Krîza gihanekê veguherî rûxandinê. Lê dê ev kar sibê biqede, ne wisa. Mirina organîzmyeke zindî û pergaleke civakî ya ji ser dika dîrokê çûyîn ne wekî hev e. Ev dê li demê belav bibe.
 
Divê li dijî vê rewşê çi bê kirin.
 
Pergal hildiweşê an tuyê di binê rûxandinê de bimînî, an jî tuyê pêşî li vê rûxandinê bigirî û cîhanê ava bikî. Divê êdî rêbaza têkoşînê bê guhertin. Di têkoşîna ji bo nîzamê (düzen) dê tiştekî bi dest nexe. Bingeha di bin piyê me de şiqitî. Dema bingehek şiqitî ya yekemîn divê ji vê ataleta entelektuelî bê derbaskirin. Rexneya radîkal girîng e lê ev li herêmê bi rêve naçe. Divê bi rexneya radîkal têkoşîn bê mezinkirin. Ev bi hev ve girêdayî ne. Em bi çi re di nava gengeşiyê de ne divê em bizanibin.
 
Dê ev rûxandin kêngê bigihêje encamê ne diyar e, lê xwîna di rehên kapîtalîzmê de digere petrol e. Petrol ne bê sînor e û niha di noqteya dawî de ye. Ihtimala ku di sala 2030'an de biqede. Germahiya atmosferê, dê encamên muazzam ên bêdengeyî bi xwe re bîne. Li gorî qinaetê min, dê di navbera vî sed salî de ev şaristanî li ser dikê rabe.
 
MA / Kenan Kirkaya
 

Sernavên din

01/02/2018
09:31 Sariyildiz: Efrîn dê Erdogan ji desthilatdariyê bixîne
09:30 Husên: Armanc rawestandina projeya Bakurê Sûriyeyê ye
09:30 Mêrdîn bi hemû reng û dengê xwe ji bo kongreyê amade ye
09:29 Şanoya Bajêr a Amedê bernameya xwe ya Sibatê daxuyand
09:28 Li Edeneyê seferberiya kongreyê: Em ê ji bo aştiyê li Enqereyê bin
09:27 Malbat bertek nîşanî yektîpiyê dan: Wê nikaribin serî bidin tewandin
09:27 Prof. Fîncanci: Birînên darbeya 12'ê Îlonê kûrtir dibin
09:01 ROJEVA 1'Ê SIBATA 2018'AN
31/01/2018
22:26 Guven: Li pişt axaftinên xwe me, ne mecbûr im polîtîkayên AKP’ê bipejirînim
21:16 Xebatkarê Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasiyê hat girtin
20:03 Serokê Rêxistina Efûyê yê Tirkiyeyê Taner Kiliç hat berdan
19:07 Hevseroka KCD'ê Leyla Guven hat girtin
18:50 Hevserokê HDP'ê yê Agiriyê hat girtin
17:41 Li sînorê Bazîdê leşkerek hat kuştin
17:07 Wezîra Karên Derve yê Rûs: Li Efrînê tevî sivîlan bi sedan kes hatin kuştin
16:33 Tuncel: Ez li pişt gotinê xwe me
16:06 Jinên DBP’î dê dest bi seferberiya rêxistinbûyînê bikin
16:00 Lijneya Rûmetê ya Bilind: TTB li pişt soza xwe ye
15:53 Bi daxwaza girtinê Leyla Guven şandin dadgehê
15:35 Elî: Pirsgirêka Sûriye ji ber hêzên navneteweyî li hev nakin çareser nabe
15:23 Ozdemîr: Ez nikarim banga ji bo aştiyê pişt guh bikim
15:21 Parêzeran xwestin giliyê dozgerê doza 10’ê Cotmehê bê kirin
14:28 TSK'ê bi obusan navenda Efrînê bombe kir
14:17 Nerazîbûna li dijî binçavkirina rêveberên TTB’ê zêde dibe
14:16 Polîsan xebatkarê rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî binçav kir
14:10 ÎRA banga beşdariya doza rojnameger Alayumat û Akman kir
14:00 Bi deh hezaran meşiyan û êrîşa li ser Efrînê şermezar kirin
13:45 Parlamentoya Kurdistan: Êrîşa li ser Efrînê dagirkerî ye
13:30 Oldarên Efrînê: Xebatên Diyanetê Dersim, Çorûm û Sêwasê tîne bîra me
13:29 Rêxistina Cebhe El-Şebiyê êrîşa konvoya TSK’ê girt ser xwe
12:58 Macron: Divê operasyona Tirkiye nebe dagirkeriya Efrînê
12:56 Hevseroka KCD'ê Guven derxistin edliyeyê
12:34 Danişîna doza parazvanên mafên mirovan a Buyukada dest pê kir
12:08 Dîplomasiya HDP'ê ji bo Efrînê meclisa federal a Alman ziyaret kir
12:03 Helebçe ji bo Efrînê dimeşe
12:02 Kurd êrîşa li dijî Efrînê li dijî xwe dibînin
11:25 Efrînî: Em li vir in û bi hev re dijîn
11:23 Nameya girtiyan jin 'bifikare' dîtin
11:18 Bav Barlak: Bi vê biryarê gotin polîs dikare mirovan bikuje
11:17 Esnafên bazarê ketine derdê debara xwe
10:57 Başkaya: Desthilatdarî li Efrînê agir pê xist, dibe ku nikaribe vemirîne
10:23 Bostan Unsal: Lînca li dijî me nişan dide operasyon neheq e
10:07 Di navbera OSO û TSK'ê de çi diqewime?
09:31 Endamê DÎB’ê Tuzel: Divê CHP li gel aştîxwazan tev bigere
09:27 Koordînasyona ku îstismarên zarokan dişopîne tê avakirin
09:27 Hempîşeyên rojnameger Alayûmat: Bila Alayûmat di danişîna ewil de bê berdin
09:26 Der barê leşkerê ajokarê wesayîta zirxî yê li Liceyê jina 85 salî eciqand de doz hat vekirin
09:26 Dozeke din a Demîrtaş neqlî Enqereyê kirin
09:25 Seydayê medreseyê der barê rûxandina goristanan de: Dijminatî ye
09:24 Heyva Sor: Li Efrînê 20 jê zarok 65 sivîl hatin kuştin
09:23 Malbata welatiyê hat windakirin di bin tehdîtan de ye
09:22 Taşçier: Divê kurd ji bo xatirê Efrînê bibin yek
09:22 Xizmên girtiyan: Ne em, ne jî zarokên me serî natewînin
09:21 KESK: Bi KHK'yan hepsa zayendiya civakî dan jinan
09:20 Çav berdan tekane qada hêşîn a Îskenederûnê jî!
09:00 ROJEVA 31'Ê ÇILEYA 2018'AN
30/01/2018
19:23 Rêxistinên Civaka Demokratik binçavkirina bijîşkên TTB'ê şermezar kirin
18:36 Dozger serlêdana cara 726'emîn a parêzerên Ocalan red kir
17:34 Hasîp Gun piştî ji dilê xwe emelyat bû birin girtîgehê
17:15 Metal Îş û MESS'ê li hev kir
16:41 Kemalbay: Tirkiye dê li dadgehên navneteweyî bê darizandin
16:41 Rojnameger Candemîr hat berdan
16:24 HDP: Desthilatdariyê li dijî aştiyê şer daye destpêkirin
16:12 Welatiyê dermankirina penceşerê ditît binçav kirin
15:50 Akademîsyenên Aştiyê: Ji ber ne sûc e pêwîstî bi parastinê jî tune ye
15:38 Saziyên Edeneyê piştgiriya dan TTB’ê: Parastina aştiyê qehremanî ye
15:09 Der barê cinayetê de fermandarên xwe agahdar nekirine
14:59 Doza Ahmet Şik hat dîtin
14:44 Ji bo kongreya HDP’ê bang li gel kirin
14:30 Bi îdiaya ‘dê çalakî li dar bixin’ hatin binçavkirin
14:29 Soçiya bê kurd di roja duyemîn de ye: Dê tiştek jê derneyê
14:23 Bîlgen: Em ê li dijî şer mafê jiyan û aştiyê biparêz in
14:14 Yekîtiya Bijîşkên Cîhanê: Bijîşkan demil dest serbest berdin
13:56 Endamê Konseya Navendî ya TTB’ê Gokalp li Amedê hat binçavkirin
13:47 Avahiya TTB’ê di bin dorpêçê de ye: Bêguman em ê jiyanê biaperêz in
13:15 Ersanli: Baweriya ji yek rastiyekê dijî jiyanê ye
13:07 Li dijî binçavkirinên TTB’ê bertek: Dixwazin ser çi biniximînin?
12:38 Gelê Efrînê: Ev der male, ne qereqol û ne jî qada leşkerî heye
12:37 Şûraya Dewletê îtîraza ji bo hilweşandina Sûrê red kir
12:04 Seferî Yilmaz: Dîlgirtin dewam dike
11:33 Hem îxbar dikin hem jî lêpirsînê didin destpêkirin
11:23 Ji bo Sîsê Bîngol serlêdana ‘serbestiya bi kontrol’
11:06 Parêzerên Ocalan cara 726’emîn serî li dozgeriyê dan
11:06 'Jin jiyan e, em bi wêrekî jiyanê diparêzin'
11:05 ‘Qestel warê êzîdiyan e û ev êrîş jî dewama Şengalê ye’
10:29 Dema binçavkirina Guven dirêj kirin
10:21 Ozsoy: Hêzên navnetewî ji bo Efrînê dualî dileyîzin
10:20 Li Wanê qeza: 8 kes mirin, 2 birîndar bûn
10:19 Li dijî Weqfa Furkanê operasyon: Alparslan Kuytul binçav kirin
09:50 Der barê endamên TTB'ê de biryara binçavkirinê derxistin
09:36 Esnafên Wanê: Piştî şer dê qirîz biteqe
09:35 Ji înternetê hîn bû, jê re bû pîşe
09:34 Dêra li lûtkeya çiyayan tune dibe
09:33 Beştaş: AKP a ku guh da Îmraliyê tedbîra xwe girt
09:32 Rojnamevanên jin: Çapemeniya şer bi serketinên sanalî gel dixapîne
09:31 ‘Duh Cizîr, îro Efrîn...'
09:30 Li Girtîgeha Alanyayê karta nasnameyê tê ferzkirin
09:29 Hevserokê HDP'a Amedê: Wê kongre ji bo Tirkiyeyê bibe gaveke girîng
09:28 ‘Ger em nebin yek em ê nikaribin derkevin pêşberî mirovên xwe'
09:27 'Hedefnîşandana TTB'ê wê encamên talûke bi xwe re bîne'