ENQERE – Yek ji 170 rewşenbirên li dijî operasyona li ser Efrînê derketin Fatma Bostan Unsal, anî ziman ku daxuyaniyên hikûmetê yên li dijî wan û lînca li ser wan nişan dide ku hikûmet neheq e.
170 rewşanbir û ronakbirên di di nav de wezîrên berê, parlamenter, nivîskar, ronakbîr, derhener, lîstîkvan, senarist, rojnameger, nûnerên saziyên civakî û nûnerên saziyên jinan hene li dijî operasyona Efrînê name îmze kirin. Nameyê bi riya e-posta di serî de ji parlamenterên AKP’ê û hemû parlamenterên Meclîsê re şandin. Li ser şandina nameyê bûn hedefa Serokomar Erdogan. Di nav ên nameyê îmzekirin de Fatma Bostan Unsal jî heye. Unsal navek ji damezrînerê AKP’ê ye û li gel vê jî bi nasnameya aktîfîsta mafê mirovan jî tê nasîn. Unsal ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî û got ku wek peywîra mirovahî û ehlaqî ji bo cih bîne nameyê îmze kiriye.
'DÊ AZADIYA RAMANÊ BIRÎNDAR BIBE’
Unsal diyar kir ku di serê şerê li Sûriyê de Efrîn “girava aramiyê” ye û ji bo operasyon ziyanê nede penaberên li wir bicih bûne nameyê îmze kiriye. Unsal anî ziman ku mafê daxwaznameyê mafê herî bingehîn e û got: “Tirkiyeya ku îdiaya wê ya demokrasiyê heye, divê ehlaqî ji îtîrazan re vekirî be. Heke ev daxwazname hêmanê sûc be jî di têkoşîna demokrasiyê de ji lêpirsînê muaf e. Ew dibêjin operasyon rast e. Lê em dibêjin şaş e. Tişta ehlaqî jî ew e ku ji îtîrazan re vekirîbin. Heke ku wiha tevnegerin, dê azadiya ramanê bê birîndarkirin.”
‘DIJ DERKETINA ME JÎ NÎŞAN DIDE EM MAFDAR IN’
Unsal bal kişand ser yên li dijî operasyona Efrînê derdikevin kirine hedef û got: “Ev rewş jî dide nîşandan ku Tirkiye di operasyona Efrînê de ne mafdar e. Ji bo hûn mafdariya xwe îspat bikin, divê hûn ên li hember xwe hildin bala xwe. Lê em dibînin ku yên nêrîna wan li dij me ye, qet me hilnadin baldariyê. Bi tu awayî operayona li dijî Efrînê ne mafdar e. Divê ku yên me kirine hedef beriya her tiştî şaşitiyê xwe bibînin û qebûl bikin. Li dij derketina me jî dide nîşandan ku em çiqas mafdar in.”
‘ÎTÎRAZA ME LI HEMBER MIRINAN E’
Unsal bal kişand ser daxuyaniyên Neteweyên Yekbûyî (NY) û UNESCO yên der barê sivîlên li Efrînê jiyana xwe ji dest didin û wiha axivî: “Bi rastî jî em dibînin, herî zêde sivîl mexdûr dibin. Di şerê hemaya moder de ji şervanan bêtir sivîl tên kuştin. Nêrîna gelek kesan li dijî vê şerî ye. Ez jî tev li wan dibim. Di tevahiya şeran de windahiya sivîlan mijara gotinê ye. Îtîraza me jî ji bo vê yekê ye. Efrîn girava aramiyê ye. Windahiyên li vir me dixe nava fikirindin û xetereyan.”
Unsal destnîşan kir ku operasyona Efrînê yek ji şaşîtiyên herî mezin a polîtîkaya derve ya Tirkiyeyê ye.
MA / Dîren Yurtsever