Di navbera OSO û TSK'ê de çi diqewime?

  • rojane
  • 10:07 31 Çile 2018
  • |
img

EFRÎN – Çavkaniyên leşkerî yên di eniya şer de diyar kirin ku piştî operasyona TSK'ê ya li dijî Efrînê dest pê kir qelşa di navbêra Artêşa Azad a Sûriye (OSO) û TSK'ê de her diçe firehtir dibe. Çavkanî, anî ziman ku leşkerên OSO'yê êdî naxwazin şer bikin û Tirkiye hewl dide wan qanih bike. 

Êrîşa TSK-OSO ya li dijî Efrînê di roja 12'an de berdewam dike. TSK ji hewayê ve bi balefiran û ji bejahiyê ve jî bi tang û topan Efrînê bombe dike. Heta niha bi dehan welatiyên sivîl hatin kuştin û bi sedan welatiyên sivîl birîndar bûn. Enqere hewil dide komên Artêşa Sûriyeya Azad (OSO) di eniya pêş de bide şerkirin. Lê şervanên OSO, êdî naxwazin li pêş şer bikin. Enqere hewl dide bi riya rejîma Baas û Rûsya wan qayil bike. Yên israr dikin ku şer nekin jî pereyên daye wan dîsa paşve dixwaze. 
 
Çavkaniyên leşkerî yên li çeperan diyar kirin ku komên Cebhet El Şamiye, Feyleq El Şam, Ahrar El Şam, Liwa Hamza, Ceyş El Nasir, Tugayên Nûreddîn Zenkî, Sukur El Cebel, Tugaya Semerkand, Tugaya Muntasir Billah, Sultan Murad, Tugaya Fatîh Sultan Mehmet ên di êrîşên li ser Efrîn de derbeyên mezin xwarin, êdî naxwazin şer bikin. Çavkaniyan destnîşan kir ku niqaşên di navbera TSK û komên OSO de her diçe zêde dibin. 
 
JI BO OSO ŞER BIKE BI DOLARAN ÎQNA DIKIN LÊ... 
 
Çavkanî, destnîşan kir ku şervanên OSO yên di şer de tên kuştin, dixwazin vekişin. Lê Tirkiye li Idlibê Rejîm û Rûsyayê nîşanê wan dide û dixwaze wan qanih bike.  Çavkaniya leşkerî wiha got: “Ji ber pirsgirêk çareser nebûye niha TSK û OSO di eniyê de cih diguherînin. Êdî şervanên OSO li pêş şer nakin. Ji ber vê yekê pere teklîfî komên OSO dikin. Tu rastiya daxuyaniya TSK'ê ya ji bo Girê Qestelê tune. Berxwedan didome. TSK ji bo leşkerên OSO tev li şer bikin ji bo her şervanekî teklîfa mehane 500 dolar, ji bo her seatekî di pêvçûnê de 12 dolar, di rewşa birîndariyê de 3 hezar dolar, ji bo kuştiyan jî 15 hezar dolar teklifî malbatên wan kirin. Lê dîsa jî di vê şêwazê de bi ser neket. Ji ber vê yekê TSK'ê xwest 6 milyar dolar pere yê ji bo wan xerç kiriye dîsa bedelê wê bidin.”  
 
'ERDOGAN DIXWAZE BINKEFTINA XWE VEŞÊRE'
 
Çavkanî, anî ziman ku Serokê Giştî yê AKP’ê Recep Tayyîp Erdogan ji bo Baweriyê bide OSO çû Hatayê û wiha got: "Lê ev hewldana Erdogan bi ser neket. Erdogan fêm kir wan şer winda kiriye û nikare bi hêzên paramilîter (leşkerên bi peretî) bimeşîne. Niha ketiye pey hin planên din. Niha ji bo vê binkeftina xwe veşêre li riyekê digere." 
 
Çavkaniya leşkeri bal kişand ser komên ku bi Tirkiye re di nava têkiliyê û ev agahî dan: "Cebhet El Şamiye, Feyleq El Şam, Ahrar El Şam, Liwa Hamza, Ceyş El Nasir, Tugayên Nûreddîn Zenkî, Sukur El Cebel, Tugaya Semerkand, Tugaya Muntasir Billah, Sultan Murad, Tugaya Fatîh Sultan Mehmet û hwd. Yek ji van komên ku Tirkiye bi wan re ji nêz ve dixebite Ahrar El Şam, ji aliyê kadroyên Usame bîn Ladîn a Sûriyê wek e Ebû Xalid El Sûrî ve hatiye ava kirin. Ji hin van koman an jî rêxistinan jî, têkiliya wan bi rêxistina Birayên Misliman (İxwan Mislimîn) ku di salên 1970 û 1980’an de bi çalakiyên komkujiyî tên zanîn re heye. Nûreddîn Zenkî ku di êrîşa ser Efrînê de di aliyên Cindirês û Çiyayê Semanê de derketiye pêş, bi berdevkê El Qaîdê ya Sûriyê Cebhet El Nûsra re, di Heyet Tahrîr El Şam de cih girt. Nûreddîn Zenkî, di meha Tîrmehê ya 2017’an de ji ber êrîşên Heyet Tahrîr El Şam a li ser Ahrar El Şam û ew ji Idlibê derxist, nerazîbûn nîşan da û dîsa serbixwe ma. Ev rêxistin bi wêne û vîdeoya dema serê penaberê Filistinî Abdullah Taysîr El Îsayê 12 salî jê dikir ketibû rojevê.  Partiya Îslam a Turkîstanê ku ew jî li Efrînê piştgiriyê dide TSK'ê, rêxistinekî girêdayê Talîban û El Qaîdê ye û vê yekê venaşêre jî. Vê rêxwistinê di şerê cîhadîstan de tercîha xwe ji aliyê Tahrîr El Şam de kiribû.  Ev hêzên milîs ên di bin siya “Çiqila Zeytunê” de dimeşin,  El Qaîdecî, cîhadîstên selefî,  selefiyên ‘nerm’, îslamiyetên siyasal, nerm, qurmikên OSO yên hêj jî xwe re dibêjin ‘şoreşger’, axayên şer, firsendker, yên macerayê digerin, leşkerên bi pere û ji kesên derdorên ji aliyê MÎT’ê ve hatine ava kirin.
 
REJÎM WEKÎ TERORÎST, ERDOGAN WEKÎ ŞOREŞGER DIBÎNE
 
Hikumeta AKP’ê, van komên ku ji aliyê rejîma Sûriyê ve wek e “terorîst” dihesibîne, ji destpêkê ve wan wekî “Şoreşgerên li dijî zilma rejîmê şer dikin” dibîne û silav dike. 
 
Tirkiye bi “Tevgera Mertalê Firatê” re hin ji van koman li gor rojeva xwe ya taybet ji nû ve dizayn kir. Li gor Ajansa Anadolu (AA), TSK “Dema qonaxa yekemîn a Mertalê Firatê temam bû ji 29’ê Adara 2017’an û şunde di qampên ku li nêzî sînorên Tirkiyê de hatine avakirin de hin komên çekdar perwerde kir. Di qampan de endamên OSO re yek bi yek perwerdehiya muharebeyê kirin. Perwerdehiya çekên hawan, roketavêj, çekên normal û sivik dan. Pişt re di 30’ê Kanuna 2017’an de bi beşdariya 30 rêxistinan bi awayê 3 kolordu ‘Artêşa Neteweyiya Sûriyê’ hat îlan kirin. “ Ev komên ku ji Odeya Operasyona Kilîs a Hawar li sînore tên birêvebirin, ji aliyê Erdogan ve wek e “Artêşa Netewî” tên pênase kirin.  
 
'HER DEM BI HEV RE ŞER DIKIRIN'
 
Ev komên ku berê bi El Qaîdê (Cebhet El Nûsra) re di heman eniyê de cih girtibûn, di qadên ji aliyê Mertalê Firatê ve tên qontrolkirin de nebûn mutefîkê hev. Her tim ji ber nelirêtî, dizî, tacîz û tecawizê hev tewanbar her dem bi hevre şer kirin. Hin pevçûnên wan wiha bûn: Tugayên Nûreddîn Zenkî di rojhilatê Helebê di meha Cotmehê sala 2016’an de bi Festaqim re şer kir. Dîsa di Cotmeha 2016’an de di Deriyê Sînorê Oncupinarê pêvçûn di navbêra cebhet El Şamiye û Sultan Murad de derket. Di berdewamiya heman pêvçûnê de di navbera Nureddîn Zenkî û Ahrar El Şam li derdora Ezazê bi Cebhet El Şamiye re şer kirin. Di Nîsana 2017’an de Ahrar El Şam li Qebasînê Ahfad Selahadîn re pev çû.  Di wê wextê de Cebhet El Şamiye û Sultan Suleyman Şah li bakurê Helebê pev diçûn. Li dijî Cebhet El Şamiye di demek kurt de Sultan Murad şer kir û Lîwa Hemza û Sukur El Cebel jî tevlî vê pêvçûnî bûn. Di Gulana 2017’an de li Cerablûsê Sultan Murad û Feylek El Şam li dijî Ahrar El Şarkiye şer kirin. Di heman wextî de li Ezazê Cebhet El Şamiye û Feylaq El Şam şer kirin. Di Gulana 2017’an de Cebhet El Şamiye, Lîwa Hemza û Sultan Murad li Ezaz û El Raî li dijî Tugaya Fursan şer dane destpêkirin. Di meha Hezîrana 2017’an de Sultan Murad li Ezazê li dijî Ahrar El Şam eniyeke pêvçûnê ya mezin vekir. Mutefikên her du aliyan jî daxilê şer bûn. Di meha Tîrmeha 2017’an de ji ber ku Ahfad Selahaddîn plana êrîşa li ser Efrînê red kir, bû hedefa hevkarên din. Serokê vê rêxistinî hat girtin, hat îşeknecekirin û wî teslîmê Tirkiyeyê kirin.  
 
Sicîla piraniya van bi komkujiya sivîlan, îşkence, înfaz, revandina mirov, dizî, talan, muameleya nebaş û îstîsmarê tije ye. Hemû dijminên elewiyan in. Dijbertiya ‘QSD-YPG/YPJ-PYD’ û tevahiya kurdan dikin. Xiristiyanan jî ji destê van koman pir kişandine. Herî dawî êzidiyên Elî Kino di heyama havîna derbasbûyî de bûne qurbanê dijminatiya mezhebiyê. " 
 
MA /Erdogan Altan 

Sernavên din

01/02/2018
09:31 Sariyildiz: Efrîn dê Erdogan ji desthilatdariyê bixîne
09:30 Husên: Armanc rawestandina projeya Bakurê Sûriyeyê ye
09:30 Mêrdîn bi hemû reng û dengê xwe ji bo kongreyê amade ye
09:29 Şanoya Bajêr a Amedê bernameya xwe ya Sibatê daxuyand
09:28 Li Edeneyê seferberiya kongreyê: Em ê ji bo aştiyê li Enqereyê bin
09:27 Malbat bertek nîşanî yektîpiyê dan: Wê nikaribin serî bidin tewandin
09:27 Prof. Fîncanci: Birînên darbeya 12'ê Îlonê kûrtir dibin
09:01 ROJEVA 1'Ê SIBATA 2018'AN
31/01/2018
22:26 Guven: Li pişt axaftinên xwe me, ne mecbûr im polîtîkayên AKP’ê bipejirînim
21:16 Xebatkarê Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasiyê hat girtin
20:03 Serokê Rêxistina Efûyê yê Tirkiyeyê Taner Kiliç hat berdan
19:07 Hevseroka KCD'ê Leyla Guven hat girtin
18:50 Hevserokê HDP'ê yê Agiriyê hat girtin
17:41 Li sînorê Bazîdê leşkerek hat kuştin
17:07 Wezîra Karên Derve yê Rûs: Li Efrînê tevî sivîlan bi sedan kes hatin kuştin
16:33 Tuncel: Ez li pişt gotinê xwe me
16:06 Jinên DBP’î dê dest bi seferberiya rêxistinbûyînê bikin
16:00 Lijneya Rûmetê ya Bilind: TTB li pişt soza xwe ye
15:53 Bi daxwaza girtinê Leyla Guven şandin dadgehê
15:35 Elî: Pirsgirêka Sûriye ji ber hêzên navneteweyî li hev nakin çareser nabe
15:23 Ozdemîr: Ez nikarim banga ji bo aştiyê pişt guh bikim
15:21 Parêzeran xwestin giliyê dozgerê doza 10’ê Cotmehê bê kirin
14:28 TSK'ê bi obusan navenda Efrînê bombe kir
14:17 Nerazîbûna li dijî binçavkirina rêveberên TTB’ê zêde dibe
14:16 Polîsan xebatkarê rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî binçav kir
14:10 ÎRA banga beşdariya doza rojnameger Alayumat û Akman kir
14:00 Bi deh hezaran meşiyan û êrîşa li ser Efrînê şermezar kirin
13:45 Parlamentoya Kurdistan: Êrîşa li ser Efrînê dagirkerî ye
13:30 Oldarên Efrînê: Xebatên Diyanetê Dersim, Çorûm û Sêwasê tîne bîra me
13:29 Rêxistina Cebhe El-Şebiyê êrîşa konvoya TSK’ê girt ser xwe
12:58 Macron: Divê operasyona Tirkiye nebe dagirkeriya Efrînê
12:56 Hevseroka KCD'ê Guven derxistin edliyeyê
12:34 Danişîna doza parazvanên mafên mirovan a Buyukada dest pê kir
12:08 Dîplomasiya HDP'ê ji bo Efrînê meclisa federal a Alman ziyaret kir
12:03 Helebçe ji bo Efrînê dimeşe
12:02 Kurd êrîşa li dijî Efrînê li dijî xwe dibînin
11:25 Efrînî: Em li vir in û bi hev re dijîn
11:23 Nameya girtiyan jin 'bifikare' dîtin
11:18 Bav Barlak: Bi vê biryarê gotin polîs dikare mirovan bikuje
11:17 Esnafên bazarê ketine derdê debara xwe
10:57 Başkaya: Desthilatdarî li Efrînê agir pê xist, dibe ku nikaribe vemirîne
10:23 Bostan Unsal: Lînca li dijî me nişan dide operasyon neheq e
10:07 Di navbera OSO û TSK'ê de çi diqewime?
09:31 Endamê DÎB’ê Tuzel: Divê CHP li gel aştîxwazan tev bigere
09:27 Koordînasyona ku îstismarên zarokan dişopîne tê avakirin
09:27 Hempîşeyên rojnameger Alayûmat: Bila Alayûmat di danişîna ewil de bê berdin
09:26 Der barê leşkerê ajokarê wesayîta zirxî yê li Liceyê jina 85 salî eciqand de doz hat vekirin
09:26 Dozeke din a Demîrtaş neqlî Enqereyê kirin
09:25 Seydayê medreseyê der barê rûxandina goristanan de: Dijminatî ye
09:24 Heyva Sor: Li Efrînê 20 jê zarok 65 sivîl hatin kuştin
09:23 Malbata welatiyê hat windakirin di bin tehdîtan de ye
09:22 Taşçier: Divê kurd ji bo xatirê Efrînê bibin yek
09:22 Xizmên girtiyan: Ne em, ne jî zarokên me serî natewînin
09:21 KESK: Bi KHK'yan hepsa zayendiya civakî dan jinan
09:20 Çav berdan tekane qada hêşîn a Îskenederûnê jî!
09:00 ROJEVA 31'Ê ÇILEYA 2018'AN
30/01/2018
19:23 Rêxistinên Civaka Demokratik binçavkirina bijîşkên TTB'ê şermezar kirin
18:36 Dozger serlêdana cara 726'emîn a parêzerên Ocalan red kir
17:34 Hasîp Gun piştî ji dilê xwe emelyat bû birin girtîgehê
17:15 Metal Îş û MESS'ê li hev kir
16:41 Kemalbay: Tirkiye dê li dadgehên navneteweyî bê darizandin
16:41 Rojnameger Candemîr hat berdan
16:24 HDP: Desthilatdariyê li dijî aştiyê şer daye destpêkirin
16:12 Welatiyê dermankirina penceşerê ditît binçav kirin
15:50 Akademîsyenên Aştiyê: Ji ber ne sûc e pêwîstî bi parastinê jî tune ye
15:38 Saziyên Edeneyê piştgiriya dan TTB’ê: Parastina aştiyê qehremanî ye
15:09 Der barê cinayetê de fermandarên xwe agahdar nekirine
14:59 Doza Ahmet Şik hat dîtin
14:44 Ji bo kongreya HDP’ê bang li gel kirin
14:30 Bi îdiaya ‘dê çalakî li dar bixin’ hatin binçavkirin
14:29 Soçiya bê kurd di roja duyemîn de ye: Dê tiştek jê derneyê
14:23 Bîlgen: Em ê li dijî şer mafê jiyan û aştiyê biparêz in
14:14 Yekîtiya Bijîşkên Cîhanê: Bijîşkan demil dest serbest berdin
13:56 Endamê Konseya Navendî ya TTB’ê Gokalp li Amedê hat binçavkirin
13:47 Avahiya TTB’ê di bin dorpêçê de ye: Bêguman em ê jiyanê biaperêz in
13:15 Ersanli: Baweriya ji yek rastiyekê dijî jiyanê ye
13:07 Li dijî binçavkirinên TTB’ê bertek: Dixwazin ser çi biniximînin?
12:38 Gelê Efrînê: Ev der male, ne qereqol û ne jî qada leşkerî heye
12:37 Şûraya Dewletê îtîraza ji bo hilweşandina Sûrê red kir
12:04 Seferî Yilmaz: Dîlgirtin dewam dike
11:33 Hem îxbar dikin hem jî lêpirsînê didin destpêkirin
11:23 Ji bo Sîsê Bîngol serlêdana ‘serbestiya bi kontrol’
11:06 Parêzerên Ocalan cara 726’emîn serî li dozgeriyê dan
11:06 'Jin jiyan e, em bi wêrekî jiyanê diparêzin'
11:05 ‘Qestel warê êzîdiyan e û ev êrîş jî dewama Şengalê ye’
10:29 Dema binçavkirina Guven dirêj kirin
10:21 Ozsoy: Hêzên navnetewî ji bo Efrînê dualî dileyîzin
10:20 Li Wanê qeza: 8 kes mirin, 2 birîndar bûn
10:19 Li dijî Weqfa Furkanê operasyon: Alparslan Kuytul binçav kirin
09:50 Der barê endamên TTB'ê de biryara binçavkirinê derxistin
09:36 Esnafên Wanê: Piştî şer dê qirîz biteqe
09:35 Ji înternetê hîn bû, jê re bû pîşe
09:34 Dêra li lûtkeya çiyayan tune dibe
09:33 Beştaş: AKP a ku guh da Îmraliyê tedbîra xwe girt
09:32 Rojnamevanên jin: Çapemeniya şer bi serketinên sanalî gel dixapîne
09:31 ‘Duh Cizîr, îro Efrîn...'
09:30 Li Girtîgeha Alanyayê karta nasnameyê tê ferzkirin
09:29 Hevserokê HDP'a Amedê: Wê kongre ji bo Tirkiyeyê bibe gaveke girîng
09:28 ‘Ger em nebin yek em ê nikaribin derkevin pêşberî mirovên xwe'
09:27 'Hedefnîşandana TTB'ê wê encamên talûke bi xwe re bîne'