STENBOL - Komîsyona Zarokan a Şaxa Stenbolê ya ÎHD'ê, ji bo 115 zarokên keç ên piştî îstismara zayendî ducanî man û nexweşxaneyê hewl da li ser vê bûyerê bigire, ket bava liv û tevgerê. ÎHD'ê bi saziyên sivîl re Koordînasyona Şopandinê ya Îstismara Zarokan ava dike.
Li navçeya Kuçukçekmeceyê ya Stenbolê, di nava 5 mehan de 39 jê sûriyeyî, 115 zarokên temenê wan di bin 18 salan de, anîn Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Kanûnî Sultan Suleymanê. Derket holê ku zarok bi îstismara zayendî re rû bi rû mane û hemû ducanî mane û nexweşxaneyê li ser bûyerê girtiye. Piştî bertekên raya giştî zêde bûn, lêpirsîn hat destpêkirin. Komîsyona Zarokan a Şaxa Stenbolê ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) diyar kir ku ew ê şopdarên bûyerê bin û der barê xebatan de agahî dan.
'AKP JI ZAROKAN ÇI DIXWAZE?’
Endama Komîsyona Zarokan a ÎHD'a Stenbolê Melek Boz, pirsa "AKP ji zarokan çi dixwaze?" kir û ev tişt anî ziman: "Di serdema hikûmeta AKP'ê de îstismara li dijî zarokan zêde bû û li ser van bûyeran digirin û rewa dikin." Boz bûyera îstismarê ya li Weqfa Ensarê jî bi bîr xist û wiha domand: "Çawa ku ew îstismar bê ceza hiştin, niha jî dixwazin li ser îstismara li nexweşxaneyê binixumînin. Cihê xebatkarên nexweşxaneyê tên guhertin. Dixwazin bi vê riyê mirovan bitirsînin û bêdeng bikin."
'EM Ê ÎSTISMARÊ DI ROJEVÊ DE BIHÊLIN'
Boz destnîşan kir ku ew wekî Komîsyona Zarokan a ÎHD'ê, ew ê bûyerê ji nêz ve bişopînin, der barê xebatên dê di rojên pêş de bikin ev agahî dan: "Me ji hemû saziyên eleqedar re faqs şand. Ji bo em îstismarê teşhîr bikin û di rojevê de bihêlin, em ê di rojên pêş de li ser Twîtterê xebata hashtagê bikin. Em difikirin ku vê der barê de panelekê li dar bixin. Bi rêxistinên jinan û rêxistinên civaka sivîl ên ji bo zarokan xebatê dimeşînin, di plansaziya me de heye ku em Komîsyona Şopandina Îtismara Zarokan ava bikin."
'POLÎTÎKAYÊN AKP'Ê RÊ VEDIKIN’
Endamê Komîsyona Zarokan ê ÎHD'a Stenbolê Îsa Orken, aşkera kir ku polîtîkaya AKP'ê ya der barê jin û zarokan de ji mufredata pergala perwerdeyê cudatir nîne, rayeya mehrbirînê ya daye muftiyan, ji pêkanîn û gotinên zayendperestî ne cuda ye û wiha domand: "AKP dixwaze nifşekî oldar biafirîne. Vê yekê jî bi qanûn û fitweyên diyanetê bi hêz dike.
‘EM Ê BÛYERÊ BIŞOPÎNIN’
Orken anî ziman ku li Tirkiyeyê rastiya zarok pê re rû bi rû dimînin gelek êşbar e û ev tişt anî ziman: "Divê mafên zarokan li Tirkiyeyê tam bê dayîn û ji bo zarok van mafên xwe bi kar bînin têkoşîn bê dayîn. Ev 115 zarok tenê yên ku me dîtîne; lê li kîjan nexweşxaneyê çi tê kirin em nizanin. Teqez niha li nexweşxaneyên din jî heman mînak hene. Ev saziyên fermî yên dewletê ne û dixwazin bê perwabûna xebatkarên tenduristiyê veşêrin." Orken got ku ew ê pêvajoya îfadeya zarokên temenê wan di bin 15 salan de ye jî bişopînin.