MÊRSÎN – Nûçegihanê dihaber a bi KHK’ê hat girtin Erdogan Alayûmat ê bi hinceta şopandina nûçeyan hat girtin dê di 2’yê Sibatê de derbikeve pêşberî dadger. Hevkarên Alayûmat xwestin hevkarê wan bê berdan û gotin: “Alayûmat ne sîxûr e, rojnameger e.”
Nûçegihanên dihaber a bi Biryarnameya di Hukmê Qanûnê de (KHK) hat girtin Erdogan Alayûmat û Nurî Akman dema li Hatayê nûçe dişopandin hatibûn binçavkirin. Alayûmat hatibû girtin û Akman hatibû berdan. Alayumat û Akman dê di 2’yê Sibatê de cara yekemîn li Dadgeha Cezayê Giran a 2’yemîn a Hatayê derbikevin pêşberî dadger. Der barê her du rojnamegeran de jî nûçeyên çêkirine kirin hinceta girtinê. Ji her rojnamgerekî re bi îdiayên “Sirên dewletê aşkere kirine û bi armanca agahî bi siyaset û leşkeriyê re parve kirine” û “Endamên rêxistinê ne” 45 sal cezayê hepsê tê xwestin. Hempîşeyên Alayûmat yên li Mêrsînê xwestin Alayumat bê berdan.
'NÛÇE NABE SÎXÛRTÎ’
Xebatkarê rojnameya Yaşam a Mêrsînê Abidîn Yagmur diyar kir ku ew şahidê rojnamegeriya Alayumat e û ji bo girtinê wek hincet nîşandana nûçeyan nayê qebûlkirin. Yagmur got: “Nûçeyan bi raya giştî re parve kiriye. Agahiyên di malper, rojname û ajansan de hatine weşandin ne pêkan e bibe sîxûrtî. Di şexsê Alayûmat de bila hemû rojnamegerên girtî bên berdan. Ez bang li hemû sazî û kesayetan dikim ku piştgiriyê bidin dozê.”
‘ALAYÛMAT ROJNAMEGER E’
Xebatkarê rojnameya Kilikya ya Mêrsînê Tûran Dal jî destnîşan kir ku demek dirêj li gel Alayûmat li Mêrsînê nûçe şopandine û wiha got: “Tişta jê re dibêjin sîxûrî, temamî ew e ku agahî gihandiye gel. Rojnamgeriya rastî kiriye. Alayûmat rojnameger e.” Dal daxwaz kir ku hempîşeyê wî Alayûmat di danişîna ewil a di 2’yê Sibatê de bê berdan.
‘WÎ TENÊ KARÊ XWE KIR’
Şêwirmenda Çapemeniyê ya Cemiyeta Rojnamegerên Mêrsînê Fatma Sarikaya jî anî ziman ku Alayûmat ji ber tenê karê xwe kiriye hatiye girtin û bi îşkenceyê re rû bi rû maye. Sarikaya diyar kir ku Alayûmat bi awayekî dijhiqûq tê darizandin û got: “Xwedî derketina li Erdogan xwedî derketina li rojnamgeriyê û rastiyê ye. Em ê hînî binçavkirin, dadgeh û îşkenceyan nebin. Em zêde jî bibin û kêm jî bibin em ê dengê xwe derbixin. Rojnamgerî ne sûc e. Em ê qet destûr nedin rojnamgeriyê bikin sûc.”
‘EM LI DIJÎ ASAYÎBÛNÊ DERBIKEVIN’
Nuçegihanê Ajansa Nûçeyan a Pîrê (PÎRHA) yê Mêrsînê Dîren Keser jî da zanîn ku di serdemeke ku tê xwestin ser heqîqetê bê nixumandin de Alayûmat hatiye girtin û wiha axivî: “Beriya her tiştî divê ku rojnamegerek ji ber nûçeyê çêkirine neyê girtin. Dixwazin me hînî girtina ji ber çêkirina nûçeyan. Tê xwestin ku vê yekê veguherînin rewşeke asayî. Divê bi her awayî em li dijî vê ‘asayîbûnê’ derbikevin û destûrê nedinê. Hewce ye îtîraza me li hember vê bilind bibe. Ez dibêjim ji bo heqîqetê bila bizanibin ku em ê cih bigirin.”
MA / Ergîn Çaglar