NAVENDA NÛÇEYAN - Endam û rêveberên Rêxistinên Civaka Demokratik binçavkirina endamên Konseya Navendî ya TTB'ê şermezar kir û piştgirî da TTB'ê. Nûneran diyar kirin ku têkoşîna wan a li dijî şer û ji bo parastina aştiyê dê bidome.
Endam û rêveberên gelek Rêxistinên Civaka Demokratîk binçavkirina endamên Konseya Navendî ya Yekîtiya Tabîbên Tirk (TTB) şermezar kirin. Rêxistinên Civaka Demokratîk ên Îzmirê li avahiya DÎSK'ê ya Herêma Egeyê kom bûn û bi civîna çapemeniyê binçavkirina endamên TTB'ê şermezar kirin. Li ser navê saziyan Hevserokê Şaxa SES'ê ya Îzmirê Fatih Surenkok, daxuyanî da û diyar kir ku daxwazên endamên TTB'ê daxwazên wan in û li pey van daxwazan in.
Surenkok, diyar kir ku endamên TTB'ê di 10'ê Cotmehê de li Enqereyê tevîe ku polisan bombeya gazê avêt nava birîndaran jî dîsa bi hawara birîndaran çûn. Surenkok, anî ziman ku wan li gorî nirxê nasnameya Gerdûnî sonda Hipokratê xwendine û erka xwe ya hekîmtiyê pêk tînin.
Berdevkê Lijneya Koordîna Bajar a Îzmirê ya TMMOB'ê Melîh Yalçin jî diyar kir ku wekî rêxistinên Hêza ked û demokrasiyê daxuyaniya TTB’ê diparêzin û li pişt daxuyaniyê ne.
ŞER JI BO TENDURISTIYA GEL NE BAŞ E, LÊ JI BO TENDURISTIYA DEWLETÊ BAŞ E
Li ser navê DÎSK'ê jî Ayhan Turan diyar kir ku şer pirsgirêka tenduristiya gel e û wiha got: "Şer ji bo tenduristiya gel ne baş e. Lê em dizanin ji bo tenduristiya dewletê baş e. Çawa ku tehamula îktîdarê ji mere tune, êdî tehamula me jî ji vê îktidarê re nemaye. Divê êdî em hemî bi hevre û li her derê têbikoşin.
Hevseroka HDP'ê ya Îzmirê Semra Uzunok jî xwest hemû li dijî êrişa li hemberî wan mil bidin hev û bi hevre têbikoşin.
Li ser navê KESK'ê jî Necip Vardar, diyar kir ku niha dem dema piştevaniya herî xurt e. Vardar, anî ziman ku ew li cem TTB’ê ne û xwest hevî û baweriya xwe her dem zindî bigirin.
Seroka EMEP'ê Emine Uyar jî anî ziman ku êrîşa li ser TTB’ê êrîşa li ser tenduristiya gel e û ev yek nayê qebûlkirin.
MÊRSÎN
Platforma Ked û Demokrasiyê ya Mêrsînê jî avahiya Odeya Tabîban a Mêrsînê ziyaret kir û piştgirî da wan. Di ziyaretê de Serokê Odeya Tabîban a Mêrsînê Dr. Ful Ugurhan, diyar kir ku ev tişta pêk hat li ser navê mirovahiyê rûreşî ye û dê her dem li pişt hevalên xwe cih bigirin.
Hevserokê SES'ê yê Mêrsînê Yilmaz Bozkurt jî xwest hevalên wan ên TTB'ê serbest bên berdan û hikûmet gavan paşve bavêje.
ANTALYA
Platforma Şaxan a KESK'ê ya Antalya û Şaxa Hekimên Hemdem, li avahiya Egitim Senê ya Antalya civîna çapemeniyê pêk anîn. Gelek kes tev li daxuyaniyê bûn. Serokê Şaxa Egitim Senê ya Antalya Kadir Ozturk, diyar kir ku lêpirsîn li aştiyê hatiye vekirin û binçavkirina endamên TTB’ê şermezar kir. Ozturk, xwest hikûmet bi lezgîn endamên TTB'ê serbest berde.
HATAY
Şaxa SES'ê ya Hatayê jî têkildarî mijarê daxuyaniya nivîskî da. SES'ê anî ziman ku erka hekîman bide jiyandin e û wiha got: "Ji ber ku hekîm girêdayî sonda xwe ne divê neyên darizandin û neyên cezakirin. Hikûmet dixwaze hemû civakê li pey xwe rêz bikin. Lê em li pey wan rêz nabin. Em dixwazin hevalên me yên TTB'ê bi lez serbest bên berdan. "