STENBOL – Parêzerên Ocalan bi armanca bi muwekilê xwe re hevdîtinê çê bikin cara 726’emîn serî li Serodozgeriya Komarê ya Bursayê dan. Dozgeriyê dîsa serlêdana parêzeran red kir.
Ji parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, Mazlum Dînç, Îbrahîm Bîlmez û Fuat Coşacak bi armanca sibê bi miwekîlên xwe re hevdîtinê bikin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan. Bi vê serlêdanê re ji 27’ê tîrmeha 2011’an vir ve ev bû 726 car parêzer ji bo hevdîtinê serlêdanê dikin. Dozger, dîsa serlêdana parêzeran red kir.
Serlêdana daxwaza parêzeran ji 27’ê tîrmeha 2011’an vir ve bi hincetên wek “Muxalefeta hewayê”, “Keştî xerabe ye”, “Keştî di tamîrê de ye” û “Rewşa Awarte” 726 car hatin redkirin.