STENBOL - Sendîkaya Metal-Îş a Yekbûyî piştî niqaşên dirêj yên ji bo Peymana Kar a Tomarî bi MESS'ê re li hev kir.
Sendîkaya Metal-Îş a Yekbûyî û MESS'ê piştî niqaş û bazara dirêj ya ji bo Peymana Kar a Komî (TÎS) li hev kirin. Hevdîtina Metal-Îş û MES'ê serê sibê dest pê kir û bi levkirinê bi encam kirin. Piştî li hevkirin Metal-Îş daxuyaniyek nivîskî da û diyar kir ku piştî peymanê gelek daxwazên wan pêk hatine. Di daxuyaniyê de hat diyar kirin ku heqê ku heta 31.8.2017'an saeta wê kêmî 9 TL bû, ji niha û şûnde dê 9 TL be. Ji bo hemu kesên salek xwe ya kar temam kirin dê 0,10 TL zema qidemê bê dayîn. Ev yek dê bi 15 salan ango 1,50 TL bê sînorkirin.
Ji bo endamên sendîkayê ji bo 6 mehên ewil dê 1,60 TL zemma heq bê dayîn. Mafê civakî dê ji sedî 23 bê zêdekirin. Li ser daxwaza sendîkayê serdema meriyetê 2 salin. Tazmînata Serpostatiyê ji sedî 8 hatiye zemkirin. Tevî peymana berê dê dema dayik û bavê hevser mirin 3 rojan destûr bigire. Di saetên sibê de Sendîkaya Turk Metal bi MESS'ê re li hev kiriye.