ÎZMÎR - Girtiyê nexweş Hasîp Gun piştî krîza dil derbas kir, rakirin nexweşxaneyê emelyat kirin û piştre bi cih re kelepçe kirin. Hat gotin ku Gun careke din birine girtîgehê.
Girtiyê nexweş Hasîp Gun (53) di 5'ê Çileyê de li Girtîgeha Tîpa T a Hejmar 3 a Şakrana Îzmîrê krîza dil derbas kir û ew rakirin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Çîgliyê. Gun li vir emelyata dil derbas kir careke din birin girtîgeh3e.
Gun dema li nexweşxaneyê bû, nehiştin malbata wî bibîne, hat gotin ku dê dermankirina Gun li girtîgehê dewam bike.
AGAHÎ NEDAN MALBATA WÎ
Hevjîna Gun Medîne Gun destnîşan kir ku ne bijîşk û ne rêveberiya girtîgehê tu agahî nedane wan, xwest hevjînê wê yê 24 sal e di girtîgehê de ye serbest bê berdan.
Gun di sala 1994'an de li Erzinganê hat girtin, ji ber şertên girtîgehê krîza dil derbas kir. Gun di lîsteya girtiyên nexweş a ÎHD'ê de cih digire, di 5'ê Çileyê de krîza dil derbas kiribû û ew rakiribûn nexweşxaneyê, emeleyata vekirî ya dil derbas kiribû. Piştî emelyatê Gun di odeyê de bi cih ve kelepçe kirin. Malbata wî gelek caran ji bo hevdîtinê serlêdan pêk anî, destûr nedan vê.