Kemalbay: Tirkiye dê li dadgehên navneteweyî bê darizandin

img

AMED - Hevseroka Giştî ya HDP'ê Serpîl Kemalbay, di konferansa jinan a Rêveberên Herêmî de, diyar kir ku Tirkiye ji ber êrîşa li ser Efrinê de di Dadgehên Ceza yên Navneteweyî de bê darizandin. Hevseroka  Giştî ya DBP'ê Sebahat Tuncel ku girtî tê darizandin jî peyam şand û diyar kir ku Efrîn ne tenê Efrîn e û wiha got: "Îro dilê gelê me li her dera cîhanê ji bo Efrînê hildibe. Her der îro Efrîn e." Cîgira hevseroka Giştî ya DBP'ê Hacer Ozdemir jî diyar kir ku êrîşa li dijî Efrînê bi tecrîda li ser Îmraliyê dest pê kiriye.

 
Konferansa Jinan a Rêveberiyên Herêmî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), li avahiya HDP'êya Amedê dest pê kir. Li salona civînê "Em ji bo Axa xwe, Rêberê xwe û Azadiya xwe têdikoşin", "Em dê bi pergala Hevserokatiyê jiyana azad ava bikin" vekirin. Dîsa wêneyên Hevşaredarên DBP'î û parlamenterên HDP'î yên jin ên girtî li salonê daliqandin.  Di civînê de Cîgira hevseroka Giştî ya DBP'ê Hacer Ozdemir, Hevseroka  Giştî ya HDP'ê Serpil Kemalbay, Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Gulistan Kiliç Koçyîgît û gelek hevşaredarên DBP’ê yên jin û nûnerên saziyên demokratîk amade bûn. 
 
'ÊRÎŞA LI SER EFRÎNÊ BI TECRÎDÊ LI ÎMRALIYÊ DEST PÊ KIR' 
 
Civînê bi rêzgirtinê dest pê kir. Piştî rêzgirtinê Cîgira Hevserokên DBP'ê Hacer Ozdemir, axivî û bal kişand ser girtina Hevseroka Giştî ya DBP'ê Sebahat Tuncel û Hevseroka Giştî ya berê ya HDP'ê Figen Yuksekdag. Ozdemîr, anî ziman ku Hevseroka KCD'ê Leyla Guven jî 8 rojin di bin çavan de ye. Ozdemîr, operasyona li dijî TTB’ê jî bibîr xist û wiha got: "Kesên aştiyê dixwazin dibin hedefa AKP'ê. Ozdemîr xwest her kes li dijî faşizmê bêtir dengê hevpar bilind bike. " 
 
Ozdemir, destnîşan kir ku îktîdar û hikûmet ewil jinan dike hedef û wiha berdewam kir: "Îro pergala faşizmê ewil pergala bi rêxistin û xwedî vîn dike hedef. Dîsa ji bo îktîdara xwe biparêze jin kirine hedef. Jina kurd di cîhanê de bû xwedî hêz û bû pêşeng. Lê faşizmê ev yek dît û niha dixwaze pêşiya wê bigire. Dixwaze jinan li her derê û hemû beşên Kurdistanê bê nefes bihêle. Niha Efrîn di bin êrîşê de ye. Hikûmetê li dijî Efrînê dest bi êrîşê kiriye. Vê êrîşê li Îmraliyê bi tecridali ser Birêz Ocalan dest pê kir. Hikûmeta AKP'ê êdî nikare bê OHAL'ê xwe bi rêve bibe. Dixwazin OHAL'ê mayinde bikin. Beriya OHAL'ê tecrîd li Îmraliyê giran kirin. Piştre OHAL îlan kirin û piştre êrîşa li ser vîna jinê zêde kirin. Piştre êrîşên li ser HDP'ê zêde kirin. Kerkuk dagir kirin û niha berê xwe dan Efrinê. Niha li çar perçeyan êrîşî kurdan dikin." 
 
Ozdemir, da zanîn ku êrîşên li ser Rojava di heman demê de li ser pergalê ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Di pêşengiya jinan de DAIŞ tar û mar bû. Pergala militarizmê ya mêr hat pûçkirin. Ji ber vê yekê niha êrîşî Efrînê kirin. Êrîşa li dijî Efrînê êrîşa li ser heviya gelan e. 
 
TUNCEL: DILÊ GELAN LI EFRÎNÊ DAVÊJE
 
Hevseroka Giştî ya DBP'ê Sebahat Tuncel ku li Girtîgeha Tîpa F a Hêjmar yek a Kandira girtî ye jî peyam şand. Tuncel, diyar kir ku ew bawer dike ku Konferan dê gelek xurt derbas bibe û wiha got: “Gelek wekîl, hevşaredar û rêveberên me yên diviya bû îro beşdarî konferansê bibin, ji ber komkujiya siyasî îro nikaren tev li konferansê bibin. Efrîn ne tenê Efrîn e. Tirkiye neheq û bê hiqûq li dijî nirxên gelê Kurdistanê kir. Êrîşa li ser Efrinê mijara sereke ya vê konferansê ye. Em wekî hevalên li hundir êrîşa li ser Efrînê şermezar dikin û dixwazin bi lez bi dawi bibe. Piştevaniya li dijî Efrinê hûn çiqas mezin bikin hûn dê bêtir têkoşîna gelê Efrînê ya azadiyê xurt bikin. Ji bo hûn piştevaniya Jinên Efrînî xurt bikin qîmeta têkoşînê bêtir bi wate dibe. Îro Efrîn ne tenê Efrîn e. Îro Gelê Kurdistanê li kîder cîhanê dijîn bila bijîn dilê hemû kurdan ji bo Efrînê hildibe. Êrîşa li ser Efrînê li dijî hemû destkeftiyên kurdan in. Dijberiya vê yekê dijberiya şer e. Ev berpirsiyariyek dîrokî û wîcdanî ye."
 
‘DIJBERIYA ŞER WÊREKÎ YE' 
 
Tuncel, ani ziman ku berxwedana li Kobanê dest pê kir, bû meşa azadiyê. Niha ev têkoşîna meşa azadiyê li Efrînê berdewam dike. Dijberiya şerê li Efrînê dijberiya şer e. Dijberiya şer wêrekiyê dixwaze. Em hemû kesên vê wêrekiyê nişan didin silav dikin." 
 
KEMALBAY: ŞERÊ LI DIJÎ EFRÎNÊ LI DIJÎ GELAN E
 
Hevseroka Giştî ya HDP'ê Serpîl Kemalbay jî di konferansê de diyar kir ku Tirkiye ji ber êrîşa li ser Efrinê de di Dadgehên Ceza yên Navneteweyî de bê darizandin. Kemalbay, operasyonên li dijî rêveberên TTB'ê jî şermezar kir û wiha got: "Tevî hemû hewldanên faşizanê yên aştiyê dixwazin gavan paşve navêjin. Ev der ya me ye. Welatê me ye. Em dê heta dawî dengê xwe bilind bikin. Îro Erdogan ji bo îktîdara xwe tenê tabutan dide malbatan. Li ser şer îktîdara xwe diparêze. Jin li dijî vê yekê derdikevin û dê li dijî vê yekê derkevin. Yên li Cizîr, Sûr û Sîlopşa faşizm kirin rêxistin û sazî, îro dixwazin vê yekê li Efrinê jî berdewam bikin. Li Efrinê pergala demokratîk serdest e. Ev êrîş li dijî pergala demokratîk e. Ev şerê li dijî gelan e. 
 
HEDEF JIN IN
 
Hevberdevka HDK'ê Gulistan Kiliç Koçyîgît jî diyar kir ku êrîş ewil li dijî jinan pêk tê û wiha got: "Îktîdar bi xistina jinê dixwaze civakê bi dest bixe. Çawa jinên tên girtin li girtîgehan di ber xwe didin em jî dê li derve di ber xwe bidin. Berteka li dijî Faşizmê heqê herî rewa ye. Polîtîkayên AKP’ê yên li dijî dijberên xwe ji ber feraseta wê ye. Bijîşkên di serdema 12'ê Îlonê de rastî êrîşa faşîzmê hatin îro rastî êrîşa AKP'ê tên. 
 
Jin dê mizgîniya serkeftina Efrînê li hemû cihanê belav bikin. AKP bi vê êrîş û faşizmê dixwaze li dijî kurdan eniyekê ava bike. Dixwaze bi vê yekê hebûna xwe mayinde bike. Lê kesên dibêjin ez mirovim divê li her derê li dijî şer û kuştinê derkevin." 
 
Piştî axaftinê konferansê ji çapemeniyê re girtî berdewam dike. 

Sernavên din

01/02/2018
09:31 Sariyildiz: Efrîn dê Erdogan ji desthilatdariyê bixîne
09:30 Husên: Armanc rawestandina projeya Bakurê Sûriyeyê ye
09:30 Mêrdîn bi hemû reng û dengê xwe ji bo kongreyê amade ye
09:29 Şanoya Bajêr a Amedê bernameya xwe ya Sibatê daxuyand
09:28 Li Edeneyê seferberiya kongreyê: Em ê ji bo aştiyê li Enqereyê bin
09:27 Malbat bertek nîşanî yektîpiyê dan: Wê nikaribin serî bidin tewandin
09:27 Prof. Fîncanci: Birînên darbeya 12'ê Îlonê kûrtir dibin
09:01 ROJEVA 1'Ê SIBATA 2018'AN
31/01/2018
22:26 Guven: Li pişt axaftinên xwe me, ne mecbûr im polîtîkayên AKP’ê bipejirînim
21:16 Xebatkarê Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasiyê hat girtin
20:03 Serokê Rêxistina Efûyê yê Tirkiyeyê Taner Kiliç hat berdan
19:07 Hevseroka KCD'ê Leyla Guven hat girtin
18:50 Hevserokê HDP'ê yê Agiriyê hat girtin
17:41 Li sînorê Bazîdê leşkerek hat kuştin
17:07 Wezîra Karên Derve yê Rûs: Li Efrînê tevî sivîlan bi sedan kes hatin kuştin
16:33 Tuncel: Ez li pişt gotinê xwe me
16:06 Jinên DBP’î dê dest bi seferberiya rêxistinbûyînê bikin
16:00 Lijneya Rûmetê ya Bilind: TTB li pişt soza xwe ye
15:53 Bi daxwaza girtinê Leyla Guven şandin dadgehê
15:35 Elî: Pirsgirêka Sûriye ji ber hêzên navneteweyî li hev nakin çareser nabe
15:23 Ozdemîr: Ez nikarim banga ji bo aştiyê pişt guh bikim
15:21 Parêzeran xwestin giliyê dozgerê doza 10’ê Cotmehê bê kirin
14:28 TSK'ê bi obusan navenda Efrînê bombe kir
14:17 Nerazîbûna li dijî binçavkirina rêveberên TTB’ê zêde dibe
14:16 Polîsan xebatkarê rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî binçav kir
14:10 ÎRA banga beşdariya doza rojnameger Alayumat û Akman kir
14:00 Bi deh hezaran meşiyan û êrîşa li ser Efrînê şermezar kirin
13:45 Parlamentoya Kurdistan: Êrîşa li ser Efrînê dagirkerî ye
13:30 Oldarên Efrînê: Xebatên Diyanetê Dersim, Çorûm û Sêwasê tîne bîra me
13:29 Rêxistina Cebhe El-Şebiyê êrîşa konvoya TSK’ê girt ser xwe
12:58 Macron: Divê operasyona Tirkiye nebe dagirkeriya Efrînê
12:56 Hevseroka KCD'ê Guven derxistin edliyeyê
12:34 Danişîna doza parazvanên mafên mirovan a Buyukada dest pê kir
12:08 Dîplomasiya HDP'ê ji bo Efrînê meclisa federal a Alman ziyaret kir
12:03 Helebçe ji bo Efrînê dimeşe
12:02 Kurd êrîşa li dijî Efrînê li dijî xwe dibînin
11:25 Efrînî: Em li vir in û bi hev re dijîn
11:23 Nameya girtiyan jin 'bifikare' dîtin
11:18 Bav Barlak: Bi vê biryarê gotin polîs dikare mirovan bikuje
11:17 Esnafên bazarê ketine derdê debara xwe
10:57 Başkaya: Desthilatdarî li Efrînê agir pê xist, dibe ku nikaribe vemirîne
10:23 Bostan Unsal: Lînca li dijî me nişan dide operasyon neheq e
10:07 Di navbera OSO û TSK'ê de çi diqewime?
09:31 Endamê DÎB’ê Tuzel: Divê CHP li gel aştîxwazan tev bigere
09:27 Koordînasyona ku îstismarên zarokan dişopîne tê avakirin
09:27 Hempîşeyên rojnameger Alayûmat: Bila Alayûmat di danişîna ewil de bê berdin
09:26 Der barê leşkerê ajokarê wesayîta zirxî yê li Liceyê jina 85 salî eciqand de doz hat vekirin
09:26 Dozeke din a Demîrtaş neqlî Enqereyê kirin
09:25 Seydayê medreseyê der barê rûxandina goristanan de: Dijminatî ye
09:24 Heyva Sor: Li Efrînê 20 jê zarok 65 sivîl hatin kuştin
09:23 Malbata welatiyê hat windakirin di bin tehdîtan de ye
09:22 Taşçier: Divê kurd ji bo xatirê Efrînê bibin yek
09:22 Xizmên girtiyan: Ne em, ne jî zarokên me serî natewînin
09:21 KESK: Bi KHK'yan hepsa zayendiya civakî dan jinan
09:20 Çav berdan tekane qada hêşîn a Îskenederûnê jî!
09:00 ROJEVA 31'Ê ÇILEYA 2018'AN
30/01/2018
19:23 Rêxistinên Civaka Demokratik binçavkirina bijîşkên TTB'ê şermezar kirin
18:36 Dozger serlêdana cara 726'emîn a parêzerên Ocalan red kir
17:34 Hasîp Gun piştî ji dilê xwe emelyat bû birin girtîgehê
17:15 Metal Îş û MESS'ê li hev kir
16:41 Kemalbay: Tirkiye dê li dadgehên navneteweyî bê darizandin
16:41 Rojnameger Candemîr hat berdan
16:24 HDP: Desthilatdariyê li dijî aştiyê şer daye destpêkirin
16:12 Welatiyê dermankirina penceşerê ditît binçav kirin
15:50 Akademîsyenên Aştiyê: Ji ber ne sûc e pêwîstî bi parastinê jî tune ye
15:38 Saziyên Edeneyê piştgiriya dan TTB’ê: Parastina aştiyê qehremanî ye
15:09 Der barê cinayetê de fermandarên xwe agahdar nekirine
14:59 Doza Ahmet Şik hat dîtin
14:44 Ji bo kongreya HDP’ê bang li gel kirin
14:30 Bi îdiaya ‘dê çalakî li dar bixin’ hatin binçavkirin
14:29 Soçiya bê kurd di roja duyemîn de ye: Dê tiştek jê derneyê
14:23 Bîlgen: Em ê li dijî şer mafê jiyan û aştiyê biparêz in
14:14 Yekîtiya Bijîşkên Cîhanê: Bijîşkan demil dest serbest berdin
13:56 Endamê Konseya Navendî ya TTB’ê Gokalp li Amedê hat binçavkirin
13:47 Avahiya TTB’ê di bin dorpêçê de ye: Bêguman em ê jiyanê biaperêz in
13:15 Ersanli: Baweriya ji yek rastiyekê dijî jiyanê ye
13:07 Li dijî binçavkirinên TTB’ê bertek: Dixwazin ser çi biniximînin?
12:38 Gelê Efrînê: Ev der male, ne qereqol û ne jî qada leşkerî heye
12:37 Şûraya Dewletê îtîraza ji bo hilweşandina Sûrê red kir
12:04 Seferî Yilmaz: Dîlgirtin dewam dike
11:33 Hem îxbar dikin hem jî lêpirsînê didin destpêkirin
11:23 Ji bo Sîsê Bîngol serlêdana ‘serbestiya bi kontrol’
11:06 Parêzerên Ocalan cara 726’emîn serî li dozgeriyê dan
11:06 'Jin jiyan e, em bi wêrekî jiyanê diparêzin'
11:05 ‘Qestel warê êzîdiyan e û ev êrîş jî dewama Şengalê ye’
10:29 Dema binçavkirina Guven dirêj kirin
10:21 Ozsoy: Hêzên navnetewî ji bo Efrînê dualî dileyîzin
10:20 Li Wanê qeza: 8 kes mirin, 2 birîndar bûn
10:19 Li dijî Weqfa Furkanê operasyon: Alparslan Kuytul binçav kirin
09:50 Der barê endamên TTB'ê de biryara binçavkirinê derxistin
09:36 Esnafên Wanê: Piştî şer dê qirîz biteqe
09:35 Ji înternetê hîn bû, jê re bû pîşe
09:34 Dêra li lûtkeya çiyayan tune dibe
09:33 Beştaş: AKP a ku guh da Îmraliyê tedbîra xwe girt
09:32 Rojnamevanên jin: Çapemeniya şer bi serketinên sanalî gel dixapîne
09:31 ‘Duh Cizîr, îro Efrîn...'
09:30 Li Girtîgeha Alanyayê karta nasnameyê tê ferzkirin
09:29 Hevserokê HDP'a Amedê: Wê kongre ji bo Tirkiyeyê bibe gaveke girîng
09:28 ‘Ger em nebin yek em ê nikaribin derkevin pêşberî mirovên xwe'
09:27 'Hedefnîşandana TTB'ê wê encamên talûke bi xwe re bîne'