ENQERE - Lijneya Rêveberiya Navendî ya HDP'ê operasyona li dijî TTB'ê şermezar kir û xwest serbest bên berdan.
Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) ya HDP'ê bal kişand ser operasyona li dijî Yekitiya Tabîbên Tirk (TTB) û aşkera kir ku TTB'ê li dijî şer aştî parastiye û ev tişt got: "Desthilatdariyê li dijî aştiyê şer da destpêkirin. Ji 20'ê Çileyê vir ve her sibehê li dibêjin kesên dibêjin 'ji şer re na' operasyon li dijî wan pêk tê. Her roj gelek kes tên binçavkirin û girtin. Ji 20'ê Çileyê vir ve, li gorî daneyên Wezareta Karê Hundur herî kêm 300 kes hatine binçavkirin û bi dehan kes hatine girtin."
HDP'ê destnîşan kir ku herî dawî TTB'ê danezana "Şer pirsgirêkeke tenduristiyê ya gel e" weşandiye û wiha got: "Hekîmên li dijî mirinê rawestiyan û aştî xwstin, kirin armanc. Der barê 11 rêveberên Naenda Giştî ya TTB'ê de biryara binçavkirinê derxistin. Her kesên ku dibêjin 'Ji şer re na' desthilatdarî êrîşê wan dike û li dijî aştiyê şer daye destpêkirin."
HDP'ê herî dawî berxwedana kesên li dijî şer radiwestin silav kir û xwest kesên di bin çavan de serbest bên berdan.