BALIKESÎR – Li Balikesîrê di serdegirtina malan de gelek kes hatin binçavkirin. Fazli Aksoy ê dermankirina penceşêrê didît jî binçav kirine.
Polîsan serê sibê li navçeyên Ayvalik, Bandirma û Edremîtê yên Balikesîrê bi ser malan de girtin. Di serdegirtina malan de herî kêm 9 kes hatin binçavkirin. Hat zanîn ku bi hincetên parvekirina medya civakî ya ji bo Efrînê hatine binçavkirin û di nav de rêveberên HDP’ê û ekolojîst jî hene. Hat zanîn ku Fazli Aksoy ê dermankirina penceşerê dibîne î Fatma Ozupak a nexweşa gurcikê jî di nav ên binçavkirî de ne.
Hat zanîn ku Muzaffer Bal piştî kar û barên Miduriyeta Polîsan sewqî dozgeriyê kirine û bi şertê kontrola adlî berdan e. Hin navên binçavkiriyan wiha ne: Fedaî Torun, Taner Kizil, Fîkret Kizil, Îhsan Fîdan.
Yên binçavkirî birin Miduriyeta Polîsan a Balikesîrê. Hat hînbûn ku der barê gelek kesan de biryara binçavkirinê heye.