STENBOL – Akademîsyenên ji bo belavoka aştiyê îmze kirin tên darizandin, carek din gotin ku ew li pey belavoka xwe ne. Prof. Dr. Ozdemîr Aktan bersiv da pirsa “Hûnê parastinê bikin?” a serokê dadgehê û got: “Ji ber ku sûcek li holê tune ye pêwîstî bi parastinê jî tune ye.”
Bi boneya belavoka aştiyê ya “Em ê nebin şîrîkê vî sûcî” îmze kirin, danişîna doza der barê 13 akademîsyen de li 32’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê hat dîtin. Akademîsyen hatin edliyê û derketin pêşberî dadger. Piştî Prof. Dr. Buşra Ersanli, Derûnas Yasemîn Gulsum Acar ji Zanîngeha Ozyegîn parastina xwe kir û sûcê li ser xwe qebûl nekir û xwest parêzer parastina wê bike. Parêzer berata miwekîla xwe xwest.
Pişt re danişîna peywîrdarê hîndekariyê ya Zanîngeha Teknîk a Stenbolê Stefo Benlîsoy hat dîtin. Di danişîna Benlîsoy amade bû, ewil parêzeran parastin kir. Dadgehê daxwazên parêzeran red kir û danişînê taloqî 23’ê sibatê kir.
Doç. Dr. Ahmet Atil Aşici yê ji Zanîngeha Teknîkê ya Stenbolê bi boneya li derveyî welat bû beşdarî dozê nebû. Parêzerên Aşici parastina miwekîlên xwe kir. Dadgehê doza Aşici jî taloqî 17’ê tîrmehê kir.
'PÊWÎSTÎ BI DARIZANDINÊ NÎNE’
Piştî navberek kin akademîsyena teqewît Prof. Dr. Ayşe Erzan jî beşdarî danişînê bû. Danişînê bi tespîta nasnameyê dest pê kir. Ewil parêzer Oya Merîç Eyuboglu parastinê kir û got: "Hewcehî bi darizandinê heye? Hewcehî bi darizandinê tune ye.” Heyeta dadgehê daxwaza parêzer a berat û yekbûnkirina dosyeyê red kir û dozê taloqî 21’ê sibatê kir.
'JI BO KU NE SÛC E PÊWÎSTÎ BI PARASTINÊ TUNE YE’
Ji Zanîngeha Marmarayê Prof. Dr. Ozdemîr Aktan jî derket pêşberî dadger û parastina xwe kir. Prof. Dr. Aktan bersiv da pirsa “Hûnê parastinê bikin?” a serokê dadgehê û got: “Ji ber ku sûcek li holê tune ye pêwîstî bi parastinê jî tune ye.” Parêzer Oya Merîç Eyuboglu piştî daxwazên ji bo miwekîlê xwe dubare kir doz taloqî 21’ê sibatê hat kirin.
Danişîna doza akademîsyena teqewîtbûyî Nesrîn Sungur Çakmak jî taloqî 21’ê sibatê hat kirin.
Danişîna doza Tuba Kiyak li ser daxwaza parêzeran taloqî 21’ê sibatê hat kirin.
'ME BANGÎ DEWLETÊ KIR’
Pişt re derbasî danişîna Peywîrdarê Hîndekariyê Emru Tansu Keten yê ji Zanîngeha Marmarayê îxrac kirin bû. Keten û parêzerên xwe amade bûn. Keten di parastina xwe de hemû îdiayên di îdianameyê de derbas dibin red kir û got: “Akademîsyenek medyayê ku medya karê xwe neke dê rexne bike. Min jî vê yekê kir. Akademîsyen li hember civakê berpirsyar in. Piştî komkujiyên Pirsûs û Enqereyê tundî di zimanê siyasete de hat bicihkirin. Bi qedexeya derketina derve re zimanê tundiyê jî zêde bû. Di pêvajoyek wiha de ji bangkirina akademîsyenekî ya aştiyê tu tiştek xwezayîtir tune ye. Me bangî dewletê kir û bangek ji vê xwezayîtir tune ye.”
Pişt re parêzer Sevgî Epçelî Arslan parastinê kir û beratê miwekîl daxwaz kir. Dadgehê biryarên danişîna berê dubare kir û dozê taloqî 6’ê nîsanê kir.
DANIŞÎN TALOQ BÛN
Danişîna Gulay Kiliçarslan a li Zanîngeha Teknîkê ya Yildizê peywîrdara lêkolîneriye dikir taloqî 17’ê tîrmehê û doza Dîdem Çinar Unal a li Zanîngeha Teknîkê ya Stenbolê peywîrdara lêkolîneriye dikir jî taloqî 17’ê tîrmehê hat kirin.
Peywîrdarê lêkolîneriyê yê ji Zanîngeha Teknîkê ya Yildizê Îrfan Emre Kovankaya beşdarî danişînê nebû û doza wî taloqî 23’ê sibatê hat kirin.
'HER DEM MIN AŞTÎ Û BIRATÎ HÊVÎ KIR’
Pişt re Peywîrdara Lêkolîneriyê Canan Ozbey a ji Zanîngeha Marmarayê hat îxrackirin jî parastina xwe kir û got: “Her tim min aştiyê û biratiyê hêvî kir. Min vê belavokê di dema ‘Pevajoya çareseriyê’ xelas bû îmze kir. Di pêvajoya şer de herî zêde jin, zarok û sirûşt zerar dît. Di belavokê de banga tundiyê tune bû. metnek ku banga aştiya civakî dikir. Ez naxwazim mirov zerar ji şer bibînin. Ez ne alîgirê tu aliyî me. Muhatabê min Dewleta Komara Tirkiyeyê ya ku ez hemwelatiyê wê me ye. Bêyî ku ez di bin zexta tu aliyî de bimînim, min bi vîna xwe belavo îmze kir.”
Heyeta dadgehê danişîna Ozbey jî taloqî 6’ê nîsanê kir.