STENOL - Danişîna doza cinayeta Hrant Dînk a peywirdarên cemaweriye tên darizandin, Volkan Şahîn ê wê demê peywirdarê cendirmeyan ê Trabzonê ye, Erhan Tuncel wekî "bacanax" xîtabî wî dike. Her çendî dizanibû ku bi cinayetê re têkiliya wî heye jî fermandarên xwe di vê der barê de agahdar nekiriye.
65'emîn danişîna doza cinayeta Gerînendeyê Weşana Giştî yê rojnameya Agosê Hrant Dînk, li 14'emîn Dadgeha Cezayê giran a Stenbolê hat dîtin. Danişîna ku 11 ji wan girtî 85 peywirdarên cemaweriyê û leşker tên darizandin, beşeke kesên girtî, parêzer û yên bê girtî tên darizandin beşdarî dozê bûn.
‘DI DEMA DEWRIYEYÊ DE MIN Û ERHAN TUNCEL HEV NAS KIR’
Di danişîna dozê de, peywirdarê cendirmeyan ê Trabzonê yê wê demê Volkan Şahîn parastin kir. Şahîn da zanîn ku wî bi Tuncay Uzundal û Erhan Tuncel re, dema parastin dikirin li bajaroka Pelîtliyê hev du di dema dewriyeyê de nas kirine.Şahîn aşkera kir ku wî piştî cinayetê navê Dînk bihîstiye, sûcdariyên der barê xwe de qebûlnekir.
NEHAT BÎRA WÎ KU TUNCEL Û UZUNDAL HATINE MALA WÎ!
Parêzerê malbata Dînk Hakan Bakircioglu, diyar kir ku Şahîn bi Uzundal re 25, bi Tuncel re 22 caran bi telefonê hevdîtin kiriye û li gorî îfadeyên hevalê Şahîn ê malê, Tuncel û Uzundal çend caran hatine malê. Bakircioglu ev bi bîra Şahîn anî û wiha got: "We di îfadeyên xwe yên berê de çiba tenê got me li ser piyan axaftin kiriye?"
Bersûc Şahîn îda kir ku ew hevdîtinê înkar nake, lê çend caran hevdîtin pêk aniye nayê bîra wî
'ME AXAFTINA XWENDEKARAN KIR'
Parêzer Bakircioglu, bal kişand ser tapeya qeyda deng û got ku Tuncel ji Şahîn re dibêje "bacanak" û wiha axivî: "We di axaftina xwe de çima got me li ser piyan diaxivî." Şahîn ji bersivan revî û ev tişt got: "Ez nizanim me çend caran axivî ye. Dema ez malê bûm li min geriyan û min jî got ez çay vedixwem; lê me tenê axaftina xwendevanan kir. Carekî hatin mala me. Tiştek din tune."
Piştî parastina Şahîn heyeta dadgehê navber da dozê û danişîna dozê taloqê roja Pêncşemê kir.