STENBOL – Danişîna doza rojnameger Ahmet Şik a li ser îxbarkirina nûçegihanê Ajansa Anadoluyê vebû hat dîtin.
Nûçegihanê rojnameya Cumhuriyetê Ahmet Şik 396 roj in ji ber parvekirinên medya civakî girtî ye. Li ser îxbarkirina “Ji bo xwedê lêkolîn bikin” a nûçegihanê Ajansa Anadoluyê Kerem Kocalar ku doz li Şik hatibû vekirin danişîna wê hat dîtin. Danişîn li 17’emîn Dadeha Cezayê Asliye ya Stenbolê hat dîtin. Şik beşdarî dozê nebû. Parêzerê Şik, Can Atalay di danişînê de amade bû.
Parêzer Atalay diyar kir ku miwekîlê wî ji ber girtina dirêj pirsgirêkên tenduristiyê dijî û di nav şertên girtîgehê de nikare parastina xwe amade bike. Atalay destnîşan kir ku Şik dixwaze li pêşberî dadgehê parastina xwe bike.
Li ser vê daxwazê heyeta dadgehê biryar da ku Şik danişînek din amade be û danişînê taloqî 22’ê gulanê kir.