EFRÎN - Gundiyên navçeyên Şêra, Cindirês, Bilbil û Recoyê yên Efrînê bertek nîşanê êrîşê Tirkiyeyê dan û ev tişt gotin: "Mal hatine rûxandin, bi hovane bombe kirin, bi erdê re kirine yek. Ev der male, ne qereqol û ne jî qadên leşkerî hene. Em hovîtiya dewleta tirk lanet dikin."
Hêzên Çekdarên Tirk (TSK) û konên girêdayên wê, 11 roj in gund û navçeyên Cindirês, Şera, Reco û Efrînê bombe dikin û gelek şûnwarên dîrokî kirin armanc. Di dîmenan de jî hat dîtin ku Mizgefta Selahattîn Eyyûbî û goristana li herêmê di êrîşa bombeyan de zerarek mezin dîtiye. Meleyê mizgeftê em di mizgeftê de gerandin û ev tişt got: "Kesên ev êrîş pêk anîn em ê ji wan re çawa bêjin ew misilmanin, ev çawa Îslam e? Ev hişmendiya DAIŞ'ê ye. Yên êrîşê me kirin El Nusrayî ne. Çawa mizgeftê bombe dikin, em vê fêm nakin. Tiştên ku Erdogan û Tirkiyeyê kirin tu kesî nekir. Ev zilmek mezin e."
'MALA MIN RÛXANDIN LÊ EZ TERK NAKIM'
Gundiyekî Çîçaniyê aşkera kir ku mala wî rûxandine û wiha got: "Ruxmê bombekirin û rûxandinê ezê terka gundê xwe nekim. Ez bang li gelê me dikim, berxwedan jiyan e. Derfetên me hene, emê teqes terka mala xwe nekin."
'EV DER NE QEREQOL, MALA MIN E'
Xalê Çolax ji gundê Celemeyê ye, got ku mala wan hatiye rûxandin, bi hovane êrîş pêk anîne û wiha pê de çû: "Zerareke mezin a madî dan me. Wekî ku hûn dibînin ev der mala min e, ne qereqol û ne jî qada leşkerî ye. Ev mala min e û Erdogan ev der bombe kir û bi erdê re kir yek."
'EM NIKARIN BIKEVIN MALA XWE'
Hevjînên kal û pîr jî destnîşankirin ku ew li zeviya xwe xebatên xwe dewam dikin, lê ji ber bombebaranê nikarin bikevin mala xwe. Hevjînan da zanîn ku ew nikarin nêzî sînor bibin û ev tişt anîn ziman: "Îro 29'ê mehê ye û em nikarin bikevin malê xwe. Ji ber fikara dibe malên me bombe bikin, em li zeviyê radizên. Malê hin cîranên me bombe kirin. Sewalê gelek malan mirar bûn. Tenê malek 6 sewalên wan kuştin."
'EV DER AXA ME YE'
Welatiyê bi navê Sebrî yê ji gundê Cebel aşkera kir ku li gundê wan yek şervan jî tune bû, dîsa jî malên wan bombe kirin û wiha pê de çû: "50 malên li gundê me zerar dîtin. Gelek sewal û ajalên gund mirar kirin. Dar û berên welatiyan, zevî û erdê gundiyan serobin kirin. Em bimirin jî emê dest ji axa xwe bernedin. Ev der axa me ye."
Jina ji Tirkiyeyê jî hêrsa xwe ya li dijî Serokê Giştî yê AKP'ê Tayyîp Erdogan bi van gotina anî ziman: "Ez ji Tirkiyeyê me, ji Kirikhanê me. Çima mala me bi ser me de rûxandin? Me çi bi wan kiriye, zarokên me di bin rûxandinê de man. Bila vê êrîşa li dijî mirovan rawestînin. Em 50 salin li vir dijîn. Tu cudahî di navbera me de tune, em wekî bira bi hev re bûn. Çima cudahiyê dikin, Xwedê heye..."
MA / Erdogan Altan