AMED – Şûraya Dewletê, îtîraza li dijî biryara “Îstîmlaqkirina lezgîn” ya Lîjneya Wezîran ku ji bo Sûrê di sala 2016’an de dabû bi pirjimariya dengan red kir. Parêzerên li ser navê OHP’ê û Platforma Sûrê dozê dişopînin diyar kirin ku biryar li dijî hiqûqê ye.
Lîjneya Wezîran di 2012’an de navçeya Sûrê wek “Qada bixeter” îlan kiribû. Li gorî biryara di 21’ê adara 2016’an de di Rojnameya Fermî de hat weşandin, ji bo hezar û 300 parselên 15 taxên navçeya Sûrê û Yenîşehîrê biryara “Îstîmlaqkirina lezgînî” girtibû. Ji bo betalkirina vê biryarê doza li dijî Lîjneya Wezîran û Wezareta Derdor û Bajarvaniyê hatibû vekirin, ji aliyê 6’emîn Daîreya Şûraya Dewletê ve hat redkirin. Xwediyên milk ji bo betalkirina biryarê serlêdana temyîzê kiribûn. Lîjneya Daîreyên Dozên Îdarî yên Şûraya Dewletê vê serlêdanê îtîrazê bi pirjimariya dengan betal kir.
‘EM LI GEL MALBATAN E’
Parêzer Suleyman Şahîn ê li ser navê Platforma Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHP) dozên îstîmlaqê dişopîne biryarê nirxand û diyar kir ku daniştayê biryara redkirinê spartiye hincetên parastina daxwaznameya aliyê doz vekiriye û got: “Beriya biryara îstîmlaqkirinê tiştên pêwîst bû bihatina kirin, lê nehatine kirin. Tu makezagon û qanûn li ber çavan nehatine girtin. Riza gel nehatiye girtin. Serlêdanên me yên îtîraza ji bo daniştay û lîjneya dozên îdarî hatin redkirin. Heta niha 98 serlêdanên me hatin redkirin. Me bi 98 serlêdanan serî li Dadgeha Destûra Bingehîn da. Heke em li vir jî encamê bi dest nexin. Em ê serî li Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê bidin. Divê welatiyên me yên Sûrê malên wan hatine îstîmlaqkirin xwe bi tenê hîs nekin û hêviya xwe winda nekin. Em ê wek OHP’ê bibin şopdarê vê dozê.”
‘LI DIJÎ HIQÛQÊ YE’
Parêzer Şîlan Çelîk jî destnîşan kir ku bi boneya nasnameya dîrokî û çandî ji sala 1988’an vir ve Sûr wek qada sîtê ya bajarvanî hatiye îlankirin û di çarçoveya Armanca Parastina Plana Îmarê de hildane bin parastinê. Çelîk got: “Ji ber vê yekê her biryarek ji bo Sûrê divê li gorî plan û hîncetan be. Kar û barên dawî yên li ser Sûrê hatin kirin hemû li dijî hiqûqê ye. Em ê li gel şêniyên Sûrê têkoşîna hiqûqî bişopînin.”
MA / Denîz Tekîn - Esra Solîn Dal