WAN - Nameya bi sansur a Hevşaredarê girtî yê Şemzînanê Seferî Yilmaz gihişt ajansa me. Yilmaz got ku ez niha nizanim di dosyaya min de çi heye û wiha got: "Rewşa dîlgirtinê dewan dike."
Hevşaredarê navçeya Şemzînanê yê Colemêrgê Seferî Yilmaz, ji ber belgehên di dema bombekirina Pirtûkxaneya Umutê ya 2005'an, raporên ÎHD'a ku ew jî endamê wê ye û dema li şaredariyê li ser kar bû karker girtine kar, ji Kanûna 2016'an vir ve li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Wanê girtî ye. Belgeyên ku parêzerên Yilmaz dan dadgehê, di nav wan de hejmarên telefonên polîsên bi navê A., O. û M. yên li Miduryeta Polîsan a Navçeyê peywirdar bûn û gelek îdiayên balkêş ku wekî hincet dabûn nîşan, derketibûn holê.
Di 18'ê Çileyê de li 1'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Colemêrgê bi hinceta "SEGBÎS giran e" parastina Yilmaz asteng kiribûn. Yilmaz li girtîgehê nameyek şand.
NAMEYA JI ROJNAMEGER RE ŞAND, 4 MEH ŞUNDA DÎSA DANÊ
Yilmaz qasî 2 salan e girtî ye, diyar kir ku nameya herî dawî ji ajansa me re şand bi mehan e ji ber Rewşa Awarte (OHAL) tê astengkirin. Yilmaz destnîşan kir ku 3 kesên wekî "Zarokên baş" dihatin naskirin û ji bombekirina Pirtûkxaneya Umutê berpirsyar in, piştî tahliye kirin, gelek rajnamegeran ji wî re name şandine û di vê der barê de nivîsî ji wî xwestine, nivîsên ku wî şandine hatine desteserkirin. Yilmaz da zanîn ku wî di Cotmeha 2017'an de ji bo bersivê bide pirsên rojnamegerekê, name şandiye, lê piştî 4 mehan nameya wî şûnve danê.
'DÎLGIRTIN DEWAM DIKE'
Nameya ku Yilmaz berfirehî li ser dosya û pêvajoya darizandina xwe rawestiya û dirêj nivîsî, gelek aliyên wê bi sansurkirî gihişt ajansa me. Di beşa nameya Yilmaz şandî de ev tişt tê gotin: "Carna agahiyên ku 80 milyon kes pê dizane, dibe agahiyeke reş, der barê we de tê gotin û tê veşartin, tiştekî wisa ye. Tişta ku her kes pê dizane, hûnê ji kî/ê veşêrin? Nêrînên min ên der barê bombekirina pirtûkxaneyê de min li girtîgehê nivîsin, min 12 salan hem li dadehê û hem jî di çapemeniyê de anî ziman û der barê berpirsyaran de min her tişt got. Armanca min ne ewe ez niheqiyê li hin kesan bikim, ji xwe gelek niheqî li min hatiye kirin ezê çawa niheqiyê li hinekan bikim. Tenê dixwazim rastiya ku hatiye berovajîkirin daynim holê. Heta li vî welatî rastî bên berovajîkirin, kes nikare behsa edaletê bike. Rewşa min a dîlgirtinê dewam dike, ez bi rêya SEGBÎS'ê dikarim parastina xwe bikim. Heta di danişîna dawî de min nikaribû bi rêya SEGBÎS'ê jî tev li dozê bibim. A niha di dosyaya min de çi heye û çi tune ez nizanim. Ji ber ku ez tev li danişînê nebûm û min parastin nekir."
'WER DIXWÊYÊ EM HÊJ LI VIR IN'
Yilmaz aşkera kir ku pirtûkên ku xizmên wî şandine hemû desteser kirine û mehek e rojnameya Ozgurlukçu Demokrasiyê nadin wan û ev tişt got: "Em tanê dikarin bi rêya postaya derve û bi pereyê xwe hin pirtûkan bigirin. Rojname tune, radyo tune heta TRT Kurdî jî nakişîne. Ji xwe li meclisê hatibû gotin ku rewşa me şaredaran taybet e. Wer dixweyê ku em li vir in."