EFRÎN – Hevserokê Komeleya Yekîtiya Êzîdiyan Suat Hiso destnîşan kir ku Girê Qestel Cindo yê bi rojane di bin êrîşên Tirkiyeyê de ye wek warê ewil ên êzîdiya tê nasîn û êrîşa li ser Qestel Cindo wek berdewamiya Fermana Şengalê binav kir.
Bi rojane Girê Qestel Cindo yê li Efrînê di bin êrîşên Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) de ye. Hevserokê Komeleya Yekîtiya Êzîdiyan Suat Hiso jî diyar kir ku Girê Qestel Cindo yê bi rojane di bin êrîşên Tirkiyeyê û komên pê re de ne wek warê ewil ên êzîdiyan e û êrîşa li ser vir berdewamiya êrîşên DAIŞ’ê ya li dijî Şengalê ye.
WARÊN ÊZÎDIYAN RASTÎ ÊRÎŞAN TÊN
Girê Qestel Cindo nêzî 25 kîlometro dûrî navenda Efrînê ye. 3 kîlometro jî dûrî Ezazê ye. Li derdora Qestelê gelek gundên êzîdiyan hene. Ev warên êzîdiyan her tim rastî êrîşên komên nêzî Tirkiyeyê hatin. Tirbeya Parsê Xatûn a ji bo êzîdiyan pîroz e jî li vê heremê ye.
'BERDEWAMA FERMANA 73’AN E’
Hevserokê Komeleya Yekîtiya Êzîdiyan Hiso diyar kir ku Tirkiye dixwaze komên oldar ji nû ve li Sûriyeyê bi cih bike û bi rojane gund û warên êzîdiyan tên bombebarankirin. Hiso da zanîn ku ew bi xwe jî ji gundê Qestel Cindo ye û vê carê jî li Efrînê dixwazin êzîdiyan di fermanek din de derbas bikin. Hiso di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Êzîdî rastî qirkirina herî mezin hatin. Çima hêj hemû cîhan bêdengiya xwe diparêze. Çima li hember vê yekê helwesta xwe danaynin. Li gel dora me gelên Efrînê hatiye dorpêçkirin jî ev 6 sal e em bi hev re dijîn. Bi DAIŞ’ê xwestin me temamî ji holê tune bikin. Li Şengalê rê li ber îmhayê vekirin. Îro jî bi destên komên Tirkiye destekê dide wan me li ser warên jiyana me tune dikin.”
‘HETA KENGÊ HÛNÊ BÊDENG BIN’
Hiso anî ziman ku yên di bombebaranê hewayî de jiyana xw ji dest didin hemû welatiyên sivîl in û wiha bang kir: “Ez bang li hemû qada navnetewî dikim; piştî hemû mirovên me qetil bikin hûnê deng derbixin?”
‘EW ZAROKÊN VÊ AXÊ NE’
Hiso destnîşan kir ku hêzên YPG/YPJ û QSD zarokên wan in û ev tişt got: “Ew hêza parastina me ne. Ew wek Tirkiyeyê û komên girêdayî wan ji derve nehatine bicih nebûne. Hemû zarokên vî welatî ne û axa xwe diparêzin. Ev 6 sal li gel hemû ambargoyan jî gel parastin. Ewlehiya gel temîn kirin. Bi QSD’ê nikarin berê xwe didin sivîlan. Ji bo parastina vê axê her gelî li vir xwîna xwe rijand. Qestel û gundên dê ji wan re nebin yar.”
MA / Nazim Daştan