AMED - Hevseroka KCD'ê Leyla Guven li ber mala xwe hatibû binçavkirin, piştî dozgerê li dosyaya wê mêze dikir hat guhertin, dema binçavkirinê dirêj kirin.
Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven di 22'yê Çileyê de li Amedê li ber mala xwe hatibû binçavkirin, 8 roj e li Miduryeta Polîsan a Amedê tê girtin.
Dozger der barê Guven de 7 roj biryara binçavkirinê derxistibû. Parêzerê ku ji bo der barê Guven de agahî bigire çû dozgeriyê, di çarçoveya dosyayê de dê kêngê Guven derxin edliyeyê agahî nedan parêzeran. Parêzeran diyar kir ku dozgerê li dosyayê mêze dike guhertine û dema binçavkirina Guven dirêj kirine.