NAVENDA NÛÇEYAN - Li Edene, Nîgde û Xarpêtê li dijî Weqfa Xizmet û Perwerdeyê ya Furkanê operasyon pêk hat, avakarê weqfê Alparslan Kuytul jî di nav de 21 kes binçav kirin.
Bi fermanda Serdozgerê Komarê yê Edeneyê, Miduryeta Şaxa Têkoşîna Li Dijî Terorê ya Miduryeta Polîsan a Edeneyê, di çarçoveya "rêxistina sûc" de li dijî Weqfa Xizmet û Perwerdeya Furkanê lêpirsîn da destpêkirin. Di çarçoveya lêpirsînê de li Edene, Xarpêt û Nîgdeyê bi ser malê rêveberên weqfê de girtin.
Polîsên girêdayê çaxên Tevgera Taybet û Hêza Çevîk, Têkoşîna Li Dijî Sûcên Bi Rêxistinkirî û Qaçaxvanî, Asayîşê, di serdagirtinê de cih girtin û deriyên mala hatin şikandin.
Di operasyonê de tevdîrên berfireh girtin, li ber navenda giştî ya li Edeneyê TOMA û tîmên taybet bi cih kirin. Di serdagirtinê de Alparsan Kuytul jî di nav de 21 kes binçav kirin.
Endamên weqfê piştî bihîstin ku Kuytul binçav kirine, li ber şaxa weqfê li hev kom bûn û operasyon şermezar kiribûn.
Alparslan Kuytul, demên berê polîtîkayên AKP’ê yên der barê Sûr, Nisêbîn, Sur, Nusaybin, Cizîr û qedexeya derketina derve yên li Kurdistanê de rexne kiribû. Herî dawî li ser medyaya civakî li dijî operayona Efrînê derketibû.