Rojnamevanên jin: Çapemeniya şer bi serketinên sanalî gel dixapîne

  • jin
  • 09:32 30 Çile 2018
  • |
img

AMED - Rojnamevanên jin destnîşan kirin ku ew ê li hemberî qajqajokiya şerî û propagandaya şerî tim û tim aştî û heqîqetê binivîsînin. Rojnamevan got çapemeniya şer bi serketinên sanalî gel dixapîne.

Êîrşên li hemberî Efrînê didomin. Li gel vê li ser medyaya civakî û di çapemeniya berbelav de jî şerekî psîkolojîk tê meşandin. Têkildarî vê yekê Serokwezîr Bînalî Yildirim bi nûnerên çapemeniya hewzê û berbelav re civîn çê kir û ji wan re diyar kir ku da dê çawa nûçeyan çê bikin û di vî warî de 15 made berpêşî wan kirin. Lê belê rojnamevanên jin anîn ziman ku ew ê li hemberî qajqajokiya şer û propagandaya şer tim û tim aştî û heqîqetê binivîsînin û rewşa çapemeniya şer nirxandin. 
 
‘ÇAPEMENÎ BI NÛÇEYÊN DEZENFORMASYONÎ GEL DIXAPÎNE' 
 
Edîtora Jinnewsê Ceren Karlidag, anî ziman ku zimanê çapemeniyê yê nêrza û zayendîparêz, di dema şer de zêdetir dibe û ev ziman tenê ne li erdnîgariyên ku şer lê didomin, sîrayetî hemû derdorên civakê dike û rê li ber şideta civakî vedike. Karlidag got peywireke cidî ya çapemeniyê heye ku civakê agahdar bike, lê belê ji dêvla vê peywira cidî bi nûçeyên dezenformasyonî gel dixapîne û rê li ber xerabî û şideta rêxistinbûyî vedike. 
 
‘NIKARIN DENGÊ JINÊ ASTENG BIKIN' 
 
Karlidag, bi lêv kir ku ji ber wan di nûçeyên xwe de sivîlên ku di êrîşa Tirkiyeyê ya li hemberî Efrînê de mirine cih dane wan, di nav 3 rojan de BTK 3 caran malpera wan girtiye û wiha got: "Îktîdar bi awayekî aşkere ji me re dibêje 'em naxwazin hûn bixebitin.' Dibêjin çimkî hûn rastiyan radigihînin gel, di nûçeyên xwe de qajqajokiya şer nakin. Li hemberî 15 madeyên wan, em rojnamevanên jin bi nirxên ku me ji rêgez û mîrateya ku me dewr girtiye, em 15 madeyên wan serobino dikin û bi zimanê van nirxan dinivîsin. Ji ber vê îktîdar ji nûçeyên me nerihet dibe." Karlidag destnîşan kir ku li Tirkiyeyê çapemenî di destên îktîdaran de ye û di vê pêvajoyê de çapemenî wek propagandaya şer a AKP'ê ye û bi talîmatên AKP'ê gel dixapîne. Karlidag diyar kir ku rastî ji gel tê veşartin û serketinên sixte tên afirandin. 
 
Karlidag ev tişt gotin: "Îktîdar, ji bo bîlançoya şer û windahiyan a rastîn veşêre, dixwaze çapemeniya muxalif asteng bike û bigire. Berê jî rojnameyên dengê cuda radihandin bombe dikirin, rojnamevan qetil dikirin û digirtin û dixwestin wan bêdeng bikin. Niha jî bi BTK'ê vê yekê dikin, lê em dîsa dibêjin, BTK'yeke ku dengê jinê, pênûsa jinê asteng bike tune ye. Çawa ku nebûna KHK'yeke ku nikare dengê jinê asteng bike. Em rojnamevanên jin dibêjin hûn ajansên me, televîzyonên me bigirin û me bigirin jî, em ê bi awayekî derî bi derî bigerin û rastiyan ragihînin gel." 
 
Nûçegihana rojnameya Evrenselê Serpîl Îlgun jî diyar kir ku li Efrînê rewşeke şer heye û tê xwestin ku li welat jî girse ber bi vî şerî ve bên hêlkirin. Îlgun balê kişand ser yekdengiya çapemeniyê û got çawa ku operasyon dest pê kir hemû rojname manşetek û sernavek avêtin. Îlgun civîna Serokwezîr Yildirim a di 21'ê Çileyê de bi nûnerên çapemeniyê re kir bi bîr xist û got ji sedî 80'yê rojnameyên li Tirkiyeyê şer destek dikin. Îlgun bi lêv kir ku lê belê di demên wisa de hejmara wan kêm be jî rojnamevanên ku aştiyê diparêzin hene û wiha got: "Em hindik bin jî em ê bi inyad wî zimanê aştiyê berdewam bikin. Em zimanê aştiyê diparêzin. Em yekdengiyê qebûl nakin. Ji ber vê em tên girtin." Îlgun got ku rewşa şer li nav welat bi riya çapemeniyê tê birêvebirin û wiha got: "Ji ber li ser medyaya civakî parvekirinan dikin mirov tên binçavkirin, rojnamevan tên girtin. Lê ev ji bo nixumandina ser rastiyan têr nakin. Di hin qenalan de hin lîstik tên weşandin û wek şerê li Efrînê be berpêşî mirovan dikin. An jî di warê hejmara mirî û birîndaran de hejmarên cuda hene." Îlgun got ku gel tê xapandin û ew ji pratîka çapemeniyê fêm dikin ku nahêle gel hay ji rastiyan çê bibe. 
 
‘ÇAPEMENIYA ŞER MIRINA SIVÎLAN TERORÎZE KIR' 
 
Edîtora rojnameya Welatê Elîf Alkan jî destnîşan kir ku piştî DAIŞ li Reqayê têk çû êrîşa li hemberî Efrînê dest pê kir. Alkan bi bîr xist ku berî êrîş dest pê bikin bi awayekî zêde propagandaya şer dihat kirin. Alkan bi lêv kir ku îktîdar hemû saziyên çapemeniyê kom kir û ji wan xwest nûçeyên ku şer destek dikin çê bikin. Alkan diyar kir ku bi vê yekê demoralîzekirina gelê kurd tê xwestin û wiha domand: "Piştî operasyon dest pê kir hat dîtin ku gelê li wir bi vîneke xurt li dijî dagiriyê li ber xwe dide. Tirkiye got 'em ê di 3 saetan de têkevinê û biqedînin', lê belê di hefteyekê de sînor derbas nekirin. Çapemenî mirina sivîlan wek şervan hatibin kuştin nîşan didin û ev yek jî nîşan dide ku ka çi qasî ji ehlaqê rojnamevaniyê dûr ketine û çawa raya giştî dixapînin." 
 
‘KAR Û BAREK GIRAN DIKEVE SER MILÊN ROJNAMEVANÊN JIN' 
 
Alkan, got ku çapemenî hewl dide ji bo dagirkirineke neheq a îktîdareke ku bi her awayî tengav bûye gel qanih bike û ev tişt gotin: "Niha rojnamevanên muxalif an tên girtin an jî dawî li karê wan tînin. Ew dibêjin qey ew ê bi derewan û xapandinan vî şerî qezenc bikin, lê tu rastî heta hetayê veşartî namîne. Jinên ku rê li ber civakê dixin, di qada çapemeniyê de jî xwedî rol û misyoneke mezin in. Rojnamevanên jin ên di çapemeniya muxalif de cih digirin, divê ji gelan re vebêjin ku ev şer ne şerê gelan e, şerê serdestan ê ji bo îktîdarê ye. Çimkî herî zêde şer bandorê li jin û zarokan dikin." 

Sernavên din

01/02/2018
09:31 Sariyildiz: Efrîn dê Erdogan ji desthilatdariyê bixîne
09:30 Husên: Armanc rawestandina projeya Bakurê Sûriyeyê ye
09:30 Mêrdîn bi hemû reng û dengê xwe ji bo kongreyê amade ye
09:29 Şanoya Bajêr a Amedê bernameya xwe ya Sibatê daxuyand
09:28 Li Edeneyê seferberiya kongreyê: Em ê ji bo aştiyê li Enqereyê bin
09:27 Malbat bertek nîşanî yektîpiyê dan: Wê nikaribin serî bidin tewandin
09:27 Prof. Fîncanci: Birînên darbeya 12'ê Îlonê kûrtir dibin
09:01 ROJEVA 1'Ê SIBATA 2018'AN
31/01/2018
22:26 Guven: Li pişt axaftinên xwe me, ne mecbûr im polîtîkayên AKP’ê bipejirînim
21:16 Xebatkarê Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasiyê hat girtin
20:03 Serokê Rêxistina Efûyê yê Tirkiyeyê Taner Kiliç hat berdan
19:07 Hevseroka KCD'ê Leyla Guven hat girtin
18:50 Hevserokê HDP'ê yê Agiriyê hat girtin
17:41 Li sînorê Bazîdê leşkerek hat kuştin
17:07 Wezîra Karên Derve yê Rûs: Li Efrînê tevî sivîlan bi sedan kes hatin kuştin
16:33 Tuncel: Ez li pişt gotinê xwe me
16:06 Jinên DBP’î dê dest bi seferberiya rêxistinbûyînê bikin
16:00 Lijneya Rûmetê ya Bilind: TTB li pişt soza xwe ye
15:53 Bi daxwaza girtinê Leyla Guven şandin dadgehê
15:35 Elî: Pirsgirêka Sûriye ji ber hêzên navneteweyî li hev nakin çareser nabe
15:23 Ozdemîr: Ez nikarim banga ji bo aştiyê pişt guh bikim
15:21 Parêzeran xwestin giliyê dozgerê doza 10’ê Cotmehê bê kirin
14:28 TSK'ê bi obusan navenda Efrînê bombe kir
14:17 Nerazîbûna li dijî binçavkirina rêveberên TTB’ê zêde dibe
14:16 Polîsan xebatkarê rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî binçav kir
14:10 ÎRA banga beşdariya doza rojnameger Alayumat û Akman kir
14:00 Bi deh hezaran meşiyan û êrîşa li ser Efrînê şermezar kirin
13:45 Parlamentoya Kurdistan: Êrîşa li ser Efrînê dagirkerî ye
13:30 Oldarên Efrînê: Xebatên Diyanetê Dersim, Çorûm û Sêwasê tîne bîra me
13:29 Rêxistina Cebhe El-Şebiyê êrîşa konvoya TSK’ê girt ser xwe
12:58 Macron: Divê operasyona Tirkiye nebe dagirkeriya Efrînê
12:56 Hevseroka KCD'ê Guven derxistin edliyeyê
12:34 Danişîna doza parazvanên mafên mirovan a Buyukada dest pê kir
12:08 Dîplomasiya HDP'ê ji bo Efrînê meclisa federal a Alman ziyaret kir
12:03 Helebçe ji bo Efrînê dimeşe
12:02 Kurd êrîşa li dijî Efrînê li dijî xwe dibînin
11:25 Efrînî: Em li vir in û bi hev re dijîn
11:23 Nameya girtiyan jin 'bifikare' dîtin
11:18 Bav Barlak: Bi vê biryarê gotin polîs dikare mirovan bikuje
11:17 Esnafên bazarê ketine derdê debara xwe
10:57 Başkaya: Desthilatdarî li Efrînê agir pê xist, dibe ku nikaribe vemirîne
10:23 Bostan Unsal: Lînca li dijî me nişan dide operasyon neheq e
10:07 Di navbera OSO û TSK'ê de çi diqewime?
09:31 Endamê DÎB’ê Tuzel: Divê CHP li gel aştîxwazan tev bigere
09:27 Koordînasyona ku îstismarên zarokan dişopîne tê avakirin
09:27 Hempîşeyên rojnameger Alayûmat: Bila Alayûmat di danişîna ewil de bê berdin
09:26 Der barê leşkerê ajokarê wesayîta zirxî yê li Liceyê jina 85 salî eciqand de doz hat vekirin
09:26 Dozeke din a Demîrtaş neqlî Enqereyê kirin
09:25 Seydayê medreseyê der barê rûxandina goristanan de: Dijminatî ye
09:24 Heyva Sor: Li Efrînê 20 jê zarok 65 sivîl hatin kuştin
09:23 Malbata welatiyê hat windakirin di bin tehdîtan de ye
09:22 Taşçier: Divê kurd ji bo xatirê Efrînê bibin yek
09:22 Xizmên girtiyan: Ne em, ne jî zarokên me serî natewînin
09:21 KESK: Bi KHK'yan hepsa zayendiya civakî dan jinan
09:20 Çav berdan tekane qada hêşîn a Îskenederûnê jî!
09:00 ROJEVA 31'Ê ÇILEYA 2018'AN
30/01/2018
19:23 Rêxistinên Civaka Demokratik binçavkirina bijîşkên TTB'ê şermezar kirin
18:36 Dozger serlêdana cara 726'emîn a parêzerên Ocalan red kir
17:34 Hasîp Gun piştî ji dilê xwe emelyat bû birin girtîgehê
17:15 Metal Îş û MESS'ê li hev kir
16:41 Kemalbay: Tirkiye dê li dadgehên navneteweyî bê darizandin
16:41 Rojnameger Candemîr hat berdan
16:24 HDP: Desthilatdariyê li dijî aştiyê şer daye destpêkirin
16:12 Welatiyê dermankirina penceşerê ditît binçav kirin
15:50 Akademîsyenên Aştiyê: Ji ber ne sûc e pêwîstî bi parastinê jî tune ye
15:38 Saziyên Edeneyê piştgiriya dan TTB’ê: Parastina aştiyê qehremanî ye
15:09 Der barê cinayetê de fermandarên xwe agahdar nekirine
14:59 Doza Ahmet Şik hat dîtin
14:44 Ji bo kongreya HDP’ê bang li gel kirin
14:30 Bi îdiaya ‘dê çalakî li dar bixin’ hatin binçavkirin
14:29 Soçiya bê kurd di roja duyemîn de ye: Dê tiştek jê derneyê
14:23 Bîlgen: Em ê li dijî şer mafê jiyan û aştiyê biparêz in
14:14 Yekîtiya Bijîşkên Cîhanê: Bijîşkan demil dest serbest berdin
13:56 Endamê Konseya Navendî ya TTB’ê Gokalp li Amedê hat binçavkirin
13:47 Avahiya TTB’ê di bin dorpêçê de ye: Bêguman em ê jiyanê biaperêz in
13:15 Ersanli: Baweriya ji yek rastiyekê dijî jiyanê ye
13:07 Li dijî binçavkirinên TTB’ê bertek: Dixwazin ser çi biniximînin?
12:38 Gelê Efrînê: Ev der male, ne qereqol û ne jî qada leşkerî heye
12:37 Şûraya Dewletê îtîraza ji bo hilweşandina Sûrê red kir
12:04 Seferî Yilmaz: Dîlgirtin dewam dike
11:33 Hem îxbar dikin hem jî lêpirsînê didin destpêkirin
11:23 Ji bo Sîsê Bîngol serlêdana ‘serbestiya bi kontrol’
11:06 Parêzerên Ocalan cara 726’emîn serî li dozgeriyê dan
11:06 'Jin jiyan e, em bi wêrekî jiyanê diparêzin'
11:05 ‘Qestel warê êzîdiyan e û ev êrîş jî dewama Şengalê ye’
10:29 Dema binçavkirina Guven dirêj kirin
10:21 Ozsoy: Hêzên navnetewî ji bo Efrînê dualî dileyîzin
10:20 Li Wanê qeza: 8 kes mirin, 2 birîndar bûn
10:19 Li dijî Weqfa Furkanê operasyon: Alparslan Kuytul binçav kirin
09:50 Der barê endamên TTB'ê de biryara binçavkirinê derxistin
09:36 Esnafên Wanê: Piştî şer dê qirîz biteqe
09:35 Ji înternetê hîn bû, jê re bû pîşe
09:34 Dêra li lûtkeya çiyayan tune dibe
09:33 Beştaş: AKP a ku guh da Îmraliyê tedbîra xwe girt
09:32 Rojnamevanên jin: Çapemeniya şer bi serketinên sanalî gel dixapîne
09:31 ‘Duh Cizîr, îro Efrîn...'
09:30 Li Girtîgeha Alanyayê karta nasnameyê tê ferzkirin
09:29 Hevserokê HDP'a Amedê: Wê kongre ji bo Tirkiyeyê bibe gaveke girîng
09:28 ‘Ger em nebin yek em ê nikaribin derkevin pêşberî mirovên xwe'
09:27 'Hedefnîşandana TTB'ê wê encamên talûke bi xwe re bîne'