AMED - Dengbêj Axîn Biro yê ji Îzmîrê sewqî Girtîgeha Tîpa L a Alanyayê hat kirin, di hevdîtina bi telefonê ya bi malbata xwe re, diyar kir ku sepandina kartê li girtiyan tê ferzkirin.
Dengbên Axîn Biro yê di 14'ê Mijdara 2015'an de bi îdiaya endamtiya rêxistinê li navçeya Gazîemîr a Îzmîrê hat girtin, di 16'ê Hezîrana 2017'an de ji Girtîgeha Tîpa F a Jimare 1 a Kiriklara Îzmîrê sewqî Girtîgeha Tîpa L a Alanyayê hat kirin. Dengbêj Axîn Biro (Îbrahîm Ertaş) di hevdîtina telefonê ya bi malbata re ragihand ku karta nasnameyê li girtiyan tê ferzkirin. Biro, destnîşan kir ku ji ber wan ferzkirina karta nasnameyê qebûl nekiriye, gardiyanan gefa ku qedexekirina hevdîtinê li wan xwariye. Biro anî ziman ku ew li girtîgehê bi çewisandinên cidî re rû bi rû dimînin û li qawîşa ku ew lê dimîne bi giştî 35 kes hene û ji ber nebûna cih gelek kes li erdê radizên.