AMED - Piştî ku TTB'ê daxuyaniya bi ser navê "Ne şer, demildest aştî" da hedef hat nîşandan. Endama Komîsyona Tenduristiyê ya KCD'ê Zelal Bîlgîn bertek nîşanî vê yekê da û got hedefgirtinên bi vî awayî talûkeyên mezin bi xwe re tînin.
Piştî ku Yekîtiya Bijîşkên Tirk (TTB) têkildarî êrîşên li hemberî Efrînê, daxuyaniya bi ser navê "Ne şer, demildest aştî" da, Serokê Giştî yê AKP'ê û Serokomar Recep Tayyip Erdogan û hin rayedarên hikûmetê TTB'yê kir hedef. Piştî Wezîrê Karên Hundurîn Suleyman Soylû giliyê TTB'ê kir, Serdozgeriya Enqereyê demildest der barê 11 endamên Konseya Navendî ya TTB'ê de lêpirsîn da destpêkirin.
Endama Komîsyona Tenduristiyê ya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Zelal Bîlgîn, got hedefgirtina rêxistineke pîşeyî ya bi peymanên navnetewî bêalîbûna wê hatiye belgekirin bi tu awayî nayê qebûlkirin. Bîlgîn got li Tirkiyeyê ew di serdemeke ku daxwaza ji bo aştiyê jî sûc tê hesibandinê de dijîn. Bîlgîn bi bîr xist ku di dema qedexeyên derketina derve de tenduristkar hedef dihatin nîşandan û hedefnîşandan bi xwe re encamên pir talûke tîne. Bîlgîn bi lêv kir ku niha hemû endamên TTB'ê li ser medyaya civakî tên teşhîrkirin. Bîlgîn diyar kir ku di dest îktîdarê de ço heye û li benda kesê aştîxwaz e. Bîlgîn destnîşan kir ku ev rewşeke zaf trajîk e.
SONDA HÎPOKRATÊ YA BIJÎŞKAN
Bîlgîn bi bîr xist ku berê jî bi teşhîrkirina mirovan encamên talûke derketibûn holê û wiha domand: "Em vê yekê ji bûyera Hrant Dînk û Tahir Elçî dizanin. Niha heman êrîş li TTB'ê tê kirin. Lê belê berî dîplomeyê bigirin bijîşk sonda Hîpokratê dixwin. Di metna vê sondê de tê diyarkirin ku ew ê tu cudahiyê nexwin navbera mirovan, dîn û zimanê wan çi dibe bila bibe. Bijîşk algîrekî Peymana Cenevreyê ya Navnetewî ne, lê ne alîgirekî şer in. Alîgirê ku xizmeta tenduristiyê bike."
'BIKARANÎNA PEYVA AŞTIYÊ SÛC E'
Bîlgîn destnîşan kir ku bi Rewşa Awarte re derbe li rêxistinên civaka sivîl hatiye xistin û wiha got: "Êdî mirov nikarin li ser medyaya civakî jî peyva aştiyê bi kar bînin. Dev ji kuçeyê berdin nahêlin rêxistinên civaka sivîl li navendên xwe jî civîneke çapemeniyê çê bikin. Li gel vana hemûyan, dema saziyên wek TTB'ê dengê xwe derdixin, ji bo ji saziyên din re nebe mînak îktîdar wê hedef nîşan dide û terorîze dike."
'DIVÊ HER KES DENGÊ XWE BILIND BIKE'
Bîlgîn, destnîşan kir ku ji bo berterefkirinaa êrîşan divê derdorên muxalif bên gel hev û dengê xwe bilind bikin û wiha axivî: "Di tibê de, piştî teşhîsa nexweşînê tê dayîn tedawî dest pê dike. Em KCD niha bi tedawiyê re bilî dibin. Em rêxistinên civaka sivîl hemû tên gel hev û vê yekê dikin. Dîsa em banga xwe ya tevî hemû saziyan dubare dikin. Roj roja 'ne şer, demildest aştî' ye."
Bîlgîn diyar kir ku êrîşên li dijî muxalifan pêk tên, yek jê jî li Hevseroka KCD'ê Leyla Guvenê hatiye kirin. Bîlgîn diyar kir ku 9 rojin Guven bi awayekî kêfî û bêhuqûqî di bin çavan de ye û bang li her kesî kir ku li dijî vê neheqiyê dengê xwe derxînin.