*Hevserokê Şaxa SES'ê ya Bakirkoyê Mursel Firat ê bi Serbijîşkê Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Kanûnî Sûltan Suleymanê ku ducaniya 115 zarokên bi îstismarê ducanî bibûn nixumand re hevdîtin çê kir. Firat got ku tenê derdê serbijîşk ew e ku nexweşxaneyê fihêl bike.
*Piştî ku TTB'ê daxuyaniya bi ser navê "Ne şer, demildest aştî" da hedef hat nîşandan. Endama Komîsyona Tenduristiyê ya KCD'ê Zelal Bîlgîn bertek nîşanî vê yekê da û got hedefgirtinên bi vî awayî encamên zaf talûke bi xwe re tînin.
*Aktivîsta TJA'yê Ayşe Gokkan ku di nav xebatên yekîtiya netewî ya kurd de cih digire wiha got: "Ger îro Efrîn wek ruhê sekneke me ya bi hev re dernekeve holê, sibê li hemberî dîrokê wê kesek ji me jî nikaribe derkeve pêşberî mirovên xwe."
*Hevserokê HDP'ê yê Amedê Mehmet Şerîf Camci destnîşan kir ku wê ji Amedê girseyeke hêzdar tev li kongreya HDP'ê ya dê di 11'ê Sibatê de li Enqereyê bê lidarxistin bibe. Camci wiha got: "Wê kongre ji bo Tirkiyeya ku em hêvî dikin bibe gaveke girîng."
*Dengbêj Axîn Biro yê ji Îzmîrê sewqî Girtîgeha Tîpa L a Alanyayê hat kirin, di hevdîtina bi telefonê ya bi malbata xwe re, diyar kir ku sepandina kartê li girtiyan tê ferzkirin.
*Dayikên di dema qedexeya li Cizîrê de zarokên xwe winda kirin, diyar kirin ku dema ew di êrîşa li dijî Efrînê de mirina sivîlan dibînin zarokên wan tên bîra wan û wiha bang kirin: "Hûn ji bo Cizîrê bêdeng man, lê ji bo Efrînê bêdeng nemînin."
* Rojnamevanên jin destnîşan kirin ku ew ê li hemberî qajqajokiya şerî û propagandaya şerî tim û tim aştî û heqîqetê binivîsînin. Rojnamevan got çapemeniya şer bi serketinên sanalî gel dixapîne.
*Parlamenter Meral Daniş Beştaş da zanîn ku pêşdîtinên Ocalan ên ji bo Sûriyeyê û Tirkiyeyê hemû yek bi yek rast derdikevin û got: “Birêz Ocalan ji bo rêxistina paralel jî îşaret kiribû û wê demê hikumetê guh da dengê ji Îmraliyê hat û tedbîrên xwe girt.”
*Dêra Kizil a li Taxa Mihrîpat a navçeya Westanê bi tunebûnê re rû bi rû ye. Ev dêr jî wek gelek dêran li dijî hilweşandinê li ber xwe dide.
*Ceylan Aynur Koroglu boyaxkirina textikan ji înternetê wekî hobî hîn bû, kir pîşeyê xwe. Koroglu da zanîn ku ruxmê zehmetiyan jî ji vî karî kêfê digire û wiha got: "Ev karê min ê yekemîn e. Divê hemû jin li ser piyên xwe bisekinin."
* Esnafên Hala Sebze ya Wanê diyar kirin ku operasyoan li dijî Efrînê aboriyê ser û bin kiriye û gotin: “Ev şer dê bêtir aboriyê nebaş bike. Balafir her roj bi tonan bombeyan diavêjin. Hemû aboriya şer ji berîka gel derdikeve. Dê piştî şer qirîz biteqe.”
* Çalakî û bertekên li dijî operasyona li ser Efrînê dê bidomin.
* Civîna Soçi dê li bajarê Soçî ya Rûsyayê pêk pê.
* Partiyên komên wan li meclîsê hene dê civînên komên xwe pêk bînin.
* "Konferansa Jinan a DBP'ê ya Rêveberên herêmî dê li avahiya HDP'ê ya Amedê pêk bê. (10.00)