ENQERE - Parlamenterên HDP’ê Kadrî Yildirim, ji Serokê Karê Diyanetê randewî xwest û got: “Em vê mijarê li gorî Quranê muzakere bikin."
Operasyona TSK'ê ya li ser Efrînê di roja 10'an de berdewam dike. Bertek û nerazîbûn roj bi roj zêde dibe. Parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Kadri Yildirim û Nimetullah Erdogmuş, li meclîsê têkildarî êrîşa TSK'ê ya li ser Efrînê civîna çapemeniyê pêk anîn û êrîş şermezar kirin. Kadrî Yildirim, di destpêkê de bal kişand ser gotina Serokê AKP'ê Tayyip Erdogan a “herêmî" û "mîllî" û wiha got: "Gotinek Said-i Nursî heye. Dibêje ‘Yekûneya kurd û tirkan dibe yek mirov' Yanî dibêje kurd û tirk dibin yek mirov. Ger ku ji hev cuda bibin dê bibin nîv mirov. Yanî projeyên we yên herêmî û millî jî ger ku di navde kurd tune bin dê nîvco bimîne. DYA û Rûsya her dem xwestine em nîvco bimînin. Em bang li rêveberên Tirkiye dikin û dibêjin, bong li DYA û Rûsya bikin û bixwazin ji navbera me derkevin. Em xwedî xwişk û biratiya hezar salan in. Statuyê bidin kurdan jî em vê yekê di nava xwe de hal bikin. Kurd DYA û Rûsya baş nas dikin.b Yê di sala1946’an de Komara Kurd a Mahabadê ava kir û xera kir Rûsya bû. Îro dîsa kurd avêtin nava bahrê û dixwazin xwe bi wan ve girê bidin. Dîsa we jî davê nava heman bahrê û dixwazin hûn jî xwe bi wan ve girê bidin. Ev ji bo kurd û tirkan pir talûke ye."
ÇARESERÎ NE OSO YE
Yildirim ani ziman ku çareserî ne OSO ye û wiha got: "Em dîsa bang dikin û dibêjin werin em kurd û tirk bi hevre xwe ji van mahrê nava deryayê rizgar bikin. Em dubare dibêjin çareserî ne OSO ye. Çareserî bi kurdan re tevbigerin. Tirkiye jî di navde li welatên ÎSlamê saziyên Diyanetê îslama rastî temsîl nake. Binerin dema Yezîd bû sultan, ji 40 alim û şêxan saziyek ava kirin. Li wan ferz kirin ku xizmeta Yezid bikin. Bi fetvayê ev yek îlan kirin. Muftiyê Kahire Şeyh Nasrullah Ferit xwest ji Husnu Mubarek re xizmetê bikin. Di vedfayê de got: "Xizmeta ji Husnu Mubarek re xizmeta ji Xwedê re ye. Yên vê xizmetê nekin dê îxanetê li ol û welat bike"
Di serdema Emeviyan de jî yek ji aliman Îmam Zuhrî, ji aliyê hevalên xwe ve weki alimê Qesrê hat îlankirin. Lê Zuhrî ev yek qebûl nekir û zîndan tercîh kir. Yek ji van mezinên olê Îslamê Îmam-i Azam Ebu Hanife ye. Wî di serdema Xelîfeyê Abbasî Mansur de daxwaza "Bibe qadiyê me" red kir û got 'Ez qadiya girêdayî siyasetê qebûl nakim' û zindan qebûl kir.
SUREYA FETIHÊ SUREYA AŞTIYÊ YE
Yildirim, bal kişand ser operasyona li ser Efrînê û xwendina Sureya Fetihê ku tê xwestin li mizgeftan bê xwendin û wiha got: “Sureya Fetihê beriya Peymana Aştiyê ya Hudeybiye hatiye nazilkirin. Yanî Pêxemberê me aştiya ku şertê wê giran qebûl kiriye. Li ser vê yekê xwedê jî ji ber ku aştiya şertê wê giran ku ji şerê xerab baştir e sureya Fetihê şandiye"
HEM LI EFRÎNÊ Û HEM LI KÎLÎSÊ ZAROK TÊN KUŞTIN
Yildirim, anî ziman ku ji ber operasyonan şer navnîşanê napirse û wiha got: “Jin û zarokên ku Hz. Alî gotibû divê bên parastin tên kuştin. Dixwazin li Efrînê û dixwazin li Kîlîsê şer navnîşanê napirse. Li Efrînê jî û li Kîlîsê jî zarok di bin kavilan de dimînin. Şên tên kuştin jî û yên dikujin jî misilman in. Ev operasyon tê wateya ku bêtir xwîn birije û mirov bên kuştin.
RANDEWÎ JI SEROKÊ DIYANETÊ XWEST
Yildirim, heri dawî Randewî ji Serokê Karê Diyanetê xwest û xwest di nava projeya aştiya Muhammedî û Alici de cih bigirin û wiha got: "Em dixwazin me jî dawetî vê projeyê bike. Ger ku tu fikarên Ali Xoce tune be, em randewiyê ji wî dixwazin. Em dibêjin me hemû niqaşên siyasî dînin aliyekî û li gorî Quranê vê meseleyê muzakere bikin.