EFRÎN – Êrîşên li dijî Efrînê di roja 10'emîn de didome. Balafirên şer tirba dîrokî ya Nebî Hûrî ya li navçeya Şêra bombe kir. .
Êrîşên TSK'ê û komên girêdayên wê li dijî Efrînê dewam dikin û bê navber 10 roje ji hewa û bejahî ve bajarê tê bombekirin. Gundên Dîkmedaş û Ereb Wêran ên navçeya Şêra ya Efrînê tên bombekirin.
Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Hewarê (ANHA), balafirên şer ên artêşa tirk, tirba dîrokî ya Nebî Hûrî ya li navçeya Şêra bombe dike. Hat diyarkirin ku gundên Til Malid û Çîçan ên Şêra bûne armanca êrîşan.
Hêzên TSK'ê gundê Hemamê yê navçeya Cindirêsê jî bombe kir. Li navçeya Şêrawa balafirên keşfê digerin.
Navenda Ragihandinê ya Çapemeniya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), destnîşan kir ku hêzên wan li navçeya Bilbilê droneyek xistiye.