STENBOL - Danişîna doza Hrant Dînk bi parastinên Fermandarê Qereqola Cendirmeyan a Trabzonê Ceva Eser û peywirdarê cendirmeyan Unsal Gurel dest pê kir. Piştî navberê, dadger doz taloqê sibê kirin.
Di çarçoveya 64'emîn danişîna doza cînayeta Gerînendeyê Weşana Gîştî yê rojnameya Agosê Hrant Dînk de, leşkerên li Trabzon û Samsunê peywirdar bûn û di dozê de tên darizandin, li 14'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê ya li Çaglayanê doz hat dîtin. Di dozê de 11 jê girtî 85 peywirdarên cemaweriyê û leşker tên darizandin. Di dozê de gelek bersûcên girtî û yên bê girtî tên darizandin amade bûn. Ji ber ku dadgerê dozê bi destûr bû, Lijneya Dozger û Dadgeran (HSK) li cihê dadgerê bi destûr dadger Arîf Atanian peywirdar kir.
Piştî tespîta nasnameyan, destpêkê leşker Cevat Eser parastin kir, da zanin ku ew tu carî nebûye endamê "FETO'yê" Bylock nexebitandiye û ev tişt got: "Di cinayeta Dînk de tu carî îhmalkariya min nebûye. Çi ketiye ser milê min, min pêk aniye. Heke hûn li bengeyan mêze din, di binê hemûyan de îmzeya min heye. Piştî êrîşa li dijî McDonalsê li mala Yasîn Hayal lêgerîn pêk hatiye û ez tevlêbûm an na, nayê bîra min. Lê piştre careke din lêgerîn pêk hat ez tev li bûm."
Piştre Unsal Gurel parastin kir û da zanîn ku ew 25 sal e cendirme ye. Piştî parastina Gursel heyeta dadgehê xwest doz sibê dewam bike.