STENBOL – Parlamenterê HDP'ê yê Stenbolê Erdal Ataş ji ber êrîşa li dijî avahiya HDP'ê ya Pendikê daxuyanî da. Dema Ataş behsa Efrinê kir, polîsan got "Mijarê neguherînin" û mudaxale kir. Hat, zanîn ku 11 kesên têkildarî şewata avahiyê serbest hatin berdan.
Avahiya Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya navçeya Pendikê şevê din ji aliyê kesên nasnameya wan nehat diyar kirin ve hat şewitandin. Endam û rêveberên HDP'ê şewitandina avahiya partiyê şermezar kirin. Endam û rêveberên HDP'ê yên li navçeyê kom bûn daxuyani dan. Li ser navê endam û rêveberên HDP’ê Parlamenterê HDP'ê yê Stenbolê Erdal Ataş daxuyanî da. Ataş, anî ziman ku avahiay Pendikê bi şev hatiye şewitandin û wiha got: "Divê ev mesele bê ronîkirin. Mixabin li Welatê me û Rojhilata Navîn polîtîkayên ku civakê perçe dikin tê meşandin. Li vî welatî dixwazin kurd, tirk û elewiyan bînin hemberî hev. Yên li ser vî şerî hebûna xwe berdewam dikin hene.
Ji ber ku hekîm dibêjin 'Bila mirov neyên kutin' niha bûne hedef. Li vî welatî ji ber ku rewşenbir şer naxwazin dibin hedin. Mijara Efrînê jî wisa ye. Hezar salin em li ser vê axê dijîn. Em xizmên hevin. Lê îktîdar vê yekê qebûl nake." Dema Ataş qala Efrînê kir polîs got "Mijarê neguhere" û mudaxaleyî daxuyaniyê kir û destûr neda.
Piştî rageşiya di navbera polîs û rêveberên HDP'ê de komê bi siloganên "Zext me têk nabin" bertek nîşanî polîsan dan û ketin avahiya partiyê.
Li aliyê din 11 kesên ku di qeydên kamera de hat tespîtkirn ku avahiya partiyê şewitandine piştî hatin binçavkirin serbest hatin berdan.