AMED – Li Amedê blokên betonê yên qereqolê bi ser 2 zarokan de ketibû û jiyana xwe ji dest dabûn. Der barê bûyerê de doz hatibû vekirin. Derket holê ku serkomiserê ji anîna blokan peywîrdar kirine kesê pispor ê lêkolîna bûyerê.
Li taxa Ben û Senê ya navçeya Yenîşehîra Amedê polîsan ji bo Dibistana Seretayî ya Turgut Ozal wek bikin qereqol, bi blokên betonî dîwar çêdikirin. Di 30’ê adara 2016’an de dema xebata van dîwaran dihat kirin, dîwarê blokên betonî hilweşiya û Ayaz Ozdemîr (6) û Furkan Oner (6) di bin betonê de hatun kuştin. Doza der barê mirina her du zarokan de vebûbû dest pê kir. Di îdianameya têkildarî bûyerê de hat amadekirin, derket holê ku ajokarê vînca blokan bi keys dikir perwerde negirtiye. Hat zanîn ku rayedarê fîrmayê jî ji ewlehiya kar bê agahî bûye. Doz li 1’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Bi sûcdariya “Bûye sedemê mirina qisûr û birîndariyê” ji 2 salan heta 15 salan ji operatorê vîncê Azîz Korkmaz û xwediyê fîrmayê Mahmut Kazaylek cezayê hepsê tê xwestin. Korkmaz û Kazaylek di danişînê de amade bûn û rayedarê firmaya ji anîna blokan berpirsyar Faîk Kayar jî bi riya SEGBÎS’ê ji Hatayê beşdarî dozê bû.
Parêzer û malbatên zarokan jî di danişînê de amade bûn. Danişînê bi tespîta nasname û kurte xwendina îdianameyê dest pê kir. Bersûcan parastinê kir.
'MIN GOT VÎNC BICIH NABE, KOMÎSER GOT BICIH DIBE’
Bersûc ê operator Korkmaz behsa bûyerê kir û got: “Min got vînc di dibistanê de bicih nabe, serkomiser got wê vînc di dibistanê de bicih bibe. Şerîda emniyetê tunebû. Tu rayedar bi me re muhatab nebû.”
Bersûc Mahmut Kazaylek ê xwediyê fîrmayê jî got ku der barê bûyerê de agahî û şahidiya wî tune ye. Faîk Kayar jî da zanîn ku ew ê pişt re li gel parêzerên xwe parastina xwe bike û dem xwest.
Malbatan jî destnîşan kir ku ew dixwazin yên ji mirina zarokên wan berpirsyar bên cezakirin.
Parêzerên malbatan jî xwestin ku li cihê bûyerê kifş bê kirin.
Şahidê bûyerê Selahattîn Arslan jî diyar kir ku di saeta ku xwendekar li dibistanê bûn blokên betonî hatin daxistin.
POLÎSÊ JI BLOKAN BERPIRSYAR KIRINE PISPOR
Pişt re heyeta dadgehê biryara xwe daxuyand. Dadgehê biryara ku heyetek pispor a ji dadger, pisporê ewlehiya kar, pisporê trafîkê û endezyarê înşatê pêk bê biçin li cihê bûyerê kifşê bikin. Derket holê ku serkomiserê ji anîna blokan peywîrdar bûye têkildarî bûyerê wek pispor hatiye erkdarkirin û dadgehê biryar da ku îfadeyên Serkomiser Hasan Ateş wek kesek şahid bê girtin.
Dadgehê dozê bi hinceta temamkirina kêmasiya dosyeyê taloqî meha pêşiya me kir.