HATAY – Bi hinceta posterê endama YPJ’ê Arîn Mîrkan li salona kongreyê daliqandine, li 9 rêveberên Rêxistina HDP’a Navçeya Îskenderunê bi îdiaya “Propagandaya rêxistinê kirine” doz vebû.
Di 15’ê gulana 2016’an de Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Navçeya Îskenderuna Hatayê 1’emîn Kongreya Awarte li dar xistibû. Serdozgeriya Komarê yê Hatayê Tacettîn Pinar der barê kongreye de di 20’ê mijdara 2017’an de lêpirsîn da destpêkirin. Dozger, Hevseroka HDP’a Îskenderunê Munîse Taşan jî di nav de li 9 rêveberên HDP’ê bi îdiaya “Propagandaya rêxistinê kirine” îdianem amade kir û ji salekê heta 5 salan ceza ji wan re dixwaze.
2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Hatayê îdianameyê qebûl kir û der barê 9 rêveberên HDP’ê de bi îdiaya “Propagandaya rêxistinê kirine” doz vekir. Dê yekemîn danişîna dozê di 10’ê nîsanê de bê dîtin.
Îdianame ji 4 rûpelan pêk tê. Di 2 rûpelên îdianameyê de agahiyên têkildarî roja kongreyê û agahiyên nasnameyan cih digire. Di 2 rûpelên din de jî îfadeyên 9 rêveberên HDP’ê cih digire.
Di îdianameyê de mijara sûcdariyê daliqandina posterê endama YPJ’ê Arîn Mîrkan a di cotmeha 2014’an de li Kobanê li dijî berxwedana DAIŞ’ê jiyana xwe ji dest dabû. Di îdianameyê de agahiyên li gel hemû hişyariyên polîsan jî pankart nehatiye daxistin cih digirin.
DI ÎDIANAMEYÊ DE TÊ GOTIN KU ARÎN MÎRKAN LI DIJÎ DAIŞÊ ŞER KIRIYE
Di girteka polîsan de a di îdianameyê de jî hatiye destnîşan kirin ku Arîn Mîrkan endama YPJ’ê ye û di têkoşîna li dijî DAIŞ’ê de jiyana xwe ji dest daye.