STENBOL – Li buroyek dovîzê ya li Fatîha Stenbolê ewil dizan şêland û piştre polîsan şêland. Ji polîsên ji bo delîlan kom bikin çûn cihê bûyerê polîsê bi navê T.S. 5 hezar dolar û 5 hezar TL’yî yê di çekmeceyê de dizî.
Li navçeya Fatîhê ya Stenbolê di meha kanûna 2017’an de 5 kesên nasnameya wan ne diyar buroyek dovîzê şêlandin. Dizan nêzî 2 milyon û 100 hezar TL û kîloyek zêr dizîn û pişt re şopa xwe dan windakirin. Li ser elerma buroyê bûyer ji polîsan re hat ragihandin.
Li gorî nûçeya Rojnameya Haberturkê koma polîsan ên ji bo lêkolîna cihê bûyer çûn buroya dovîzê. Ji polîsan yê bi navê T.S. dema li buroyê lêkolîn dihat kirin, bêyî ku kes ferq bike 5 hezar dolar û 5 hezar TL’yî yê di çekmeceyê de dizî. Lêkolîn xelas bû û polîs ji cihê bûyerê çûn. Piştî demek kin xebatkarên buroyê dîtin ku pereyên di çekmeceyê de kêm in. Xebatkaran dîmenên kamerayê lêkolîn kirin û dîtin ku polîs T.S. pere ji çekmeceyê derdixe. T.S. li xwe mikûr hat ku pere diziye û got: “Deynê min hebû. Ez poşman im.” Li ser vê yekê polîs pere paş da da xwediyê buroyê û xwedîyê buroyê jî dev ji gilîkirina xwe berda.