NAVENDA NÛÇEYAN - Balafirên şer ên TSK'ê perestgeha dîrokî ya berî zayînê 1300 sal a li gundê Eyn Dara ya Efrînê, bombebaran kir. Perestgehê ji ber bombebaranê zerarek mezin dit.
Perestgeha Eyn Dara ya kevnare ku nêzî gundê Eyn Dara ya Efrînê ya dikeve bakûrê rojavayê Helepê, di bombebarana balafirên şer ên Hêzên Çekdarê yên Tirk (TSK) de zirarek mezin dît. Di Încîla Îbranî de weke Perestgeha Yekemîn tê diyarkirin û balkêşe ku pir dişibe Perestgeha Suleyman. Eyn Dara berî zayînê 1300 sal hatiye avakirin, ligel hemû şer û dagirkeriyan heya îro hatiye. Li gorî hin jêderkan Perestgeha Eyn Dara diyarî Xwedavenda Îştar an jî Xwedavenda Astarte û li gorî hin jêderkên din jî diyarî Xweda Ba'al Hadad hatiye kirin.
TSK-OSO piştî di 20'ê Çile de li ser Efrînê dest bi êrîşên hewayî û bejayî kir, bi dehan qad bombe kirin. Di operasyona TSK'ê ya li ser Efrînê de, ji ber bombebarana balafirên şer ên TSK'ê perestgehê zirarak mezin dît.
'ÊRÎŞÎ PÊŞEROJ Û PAŞEROJA GEL DIKIN'
Midûrê Giştî yê Muze û Nîşan a Kevnare ya girêdayî Wezaret Çandê ya Sûriyeyê, di daxuyaniya da de got: "Tirkiye bi operasyonên xwe yên hewayî yên li ser Efrînê kevnareyên dîrokî jî hedef digere û di vê çarçoveyê de Perestgeha Eyn Dara zirarek mezin dît. Em bang li hemû sazî û dezgehên navneteweyî yên cîhanê dikin ku li dijî van êrîşên artêşa tirk derbikevin û nehêlin qadên dîrokî yên çand û arkeolojîk tune bikin. Îro li dijî nasname, pêşeroj û paşeroja gelên Sûriyeyê êrîşek mezin heye."
Malaçavderiya Ji bo Mafên Mirovên Sûriyeyê ku nêzî muxalifan a li Îngîltere jî diyar kir ku ji ber bombebarana Tirkiyeyê Perestgeha Eyn Dara zirar dîtiye.
Ji ber şerê navxweyî yê Sûriyeyê ya 2011'an de, Palmyra û Bajarê Kevin ê Helepê yên li Lîsteya Mîrasê Cîhanê UNESCO cih digirtin jî zirarek mezin li gelek kevnareyên dîrokî hatibû kirin.