AMED - Hevserokê HDP'ê yê Sûrê bertek nîşanî êrîşa li dijî Efrînê da û wiha got: " Wê berxwedana Efrînê bi cîhanê mirovatiyê bide lêpirsînkirin."
Hevserokê HDP'ê yê Sûra Amedê Zulfîkar Odabaşi û Hevseroka DBP'ê ya Navçeyê Sakîne Karadenîz, bertek nîşanî êrîşên li dijî Efrînê dan. Odabaşi anî ziman ku êrîşa li dijî Efrînê perçeyeke ji konsepta şerê li Sûrê hat kirin bi xwe ye û dewlet weke her carê ji bo hebûna xwe bidomîne êrîşî kurdan dike. Odabaşi bi lêv kir ku êrîşên li dijî Efrînê tenê dê rê li ber DAIŞ'ê û rêxistinên paşverû yên weke wê vebike.
‘JI BO HEBÛNA XWE BIDOMÎNE ÊRÎŞÎ KURDAN DIKE'
Odabaşi anî ziman ku Tirkiye êrîşî mirovên ku çûne welatekî din û dixwazin bi awayekî azad bijîn dike û dixwazin van êrîşan hesabên xwe yên qirêj ên li nêv welat binixumînin. Odabaşi destnîşan kir ku li derveyî welat tu îtibareke îktîdarê nemaye û wiha got: "Gelek armancên vê êrîşê hene. Erdogan bi van êrîşan xwe wek nûnerekî li Rojhilata Navîn dibîne. Lê belê wê kurd li hemberî van êrîşan berxwedana xwe ya mafdar nîşan bidin. Êdî kurd ne wek berê ne, destkeftiyên wan ên demokratîk hene."
‘WÊ BERXWEDANA LI EFRÎNÊ BI CÎHANÊ MIROVATIYÊ BIDE LÊPIRSÎNKIRIN'
Odabaşi, bêdengiya welatên Ewropayê ya li hemberî êrîşên li dijî Efrînê bi bîr xist û got hemû dewletên cîhanê ji bo berjewendiyên xwe bertek nîşanî êrîşan nadin. Odabaşi bi lêv kir ku YPG û YPJ berpirsiyariya xwe ya dîrokî bi cih tînin û wê ev berxwedana watedar mirovatiya li cîhanê lêpirsîn bike. Odabaşi diyar kir ku kurdan bi bedêlên giran feraseta DAIŞ'ê têk birin û piştî vê serketinê kurdan rêveberiyeke ku hemû gelan û baweriyan di bin banê xwe de dihebîne derxistine holê. Odabaşi diyar kir ku li gel hemû êrîşan jî wê kurd pergala demokratîk a avakirine biparêzin. Odabaşi got bi van êrîşan re pirsa "Gelo qey dixwazin DAIŞ'ê bêhnê bistîne?" tê bîra mirov û yên êrîş li wan tên kirin mirovên sivîl in. Odabaşi destnîşan kir ku serketina Efrînê wê bê wateya serketina hemû cîhanê û wiha got: "Wê ev bibe serketina gelan."
‘WÊ POLÎTÎKAYA ŞER VALA DERKEVE'
Hevseroka DBP'a Navçeyê Sakîne Karadenîz jî diyar kir ku bi salane li hemberî gelê kurd şerek heye, lê belê wê li hemberî dewleta ku kurdan wek tehdît dibîne daxwazên demokratîk ên kurdan bidomin û wiha got: "Wê tu carî daxwazên mafdar ên kurdan neqedin. Wê êrîşa Efrînê bê berterefkirin û wê ew der jî wek Kobaniyê azad bibe."