RIHA - Wekîla HDP'ê ya Edeneyê Meral Daniş Beştaş, diyar kir ku dê cilên yek tîp li yek HDP'î, muxalîf û demokratekî neyê kirin û wiha got: "Dê ew yek tîp biçin sergo û dê biçin fabrîqeya lê hatî."
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Edeneyê, bi mijara cilên yek tîp panelek li darxist. Panel li Salona Konferansê ya Tahîr Elçî pêk hat, Wekîla HDP'ê ya Edeneyê Meral Daniş Beştaş, wekîlên Rihayê Îbrahîm Ayhan, Dîlek Ocalan, rêveberên HDP û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û Meclisa Dayikên Aştiyê û gelek kes beşdar bûn.
Li salona panelê pankarta "Yek tîp îşkence ye, em ê destûrê nedin" hat daliqandin. Moderatoriya panelê parêzer Hasan Kiliç kir û da zanîn ku kesên beşdarî panelê bûne, di GBT'ê re hatine derbaskirin û di maşîneyên wan de lêgerîn pêk hatiye û ev wekî polîtîkaya têkbirinê pênase kir. Beştaş bal kişand ser pêkanîna cilên yek tîp û aşkera kir ku ev pêkanîn ne nû ye, dê bi berxwedanê wan bavêjin sergoya dîrokê.
‘YEK TÎP ÎŞEKNCEYA GIRAN E’
Beştaş bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û da zanîn ku tecrîd li tevahya cîhanê îşkenceyek giran e û ev tişt got: "Pêkanîna cilên yek tîp jî bi heman şeklî îşkenceyek giran e. Tecrîda li Îmraliyê di şexsê Birêz Ocalan de tê meşandin, li dijî hemû girtiyan tê meşandin. Ev hemû didin nîşan ku AKP êdî ne di bingeheke hiqûqî û rewa de ye. Ji ber ku rewabûna xwe winda kiriye."
Beştaş polîtîkaya CHP-MHP'ê jî rexne kir û anî ziman ku bi vê hişmendiyê berbi yek partiyê ve diçin û wiha pê de çû: "Divê em li dijî pêkanîna cilên yek tîp gelekî hesas bin. Ev pêkanîneke ku bê qebûlkirin nîne. Em ê vê yek tîpê bavêjin sergo. Dê yek HDP'î, demokrat û muxalîf van cilan li xwe neke û em ê bişînin fabrîqeya lê hatî."