STENBOL - Nivîskar Ayşe Nur Zarakolu, di salvegera 16'emîn mirina xwe de, li ser gora xwe hat bibîranîn.
Yek ji damezrînerên Komleya Mafê Mirovan (ÎHD) nivîskar Ayşe Nur Zarakolu, di salvegera 16'emîn mirina xwe li ser gora ya Goristina Kozluya Kevin hat bibîranîn. Gelek Endamên ÎHD'ê û welatî beşdarî bîranên bûn. Sekretera Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê Leman Yurtsever, di bîranên de axivî û wiha got: "Zarakolu bi têkoşîn û berxwedana xwe, bû yek ji sembolê cesaretê. Di hemû qadan de têkoşîna xwe domand. Li ser pirsgirêka Kurd, komkujiya Ermeniyan û mijarên cûda gelek pir nivîsandin."
Rêhevalê Ayşe Nûr û Ragıp Zarakolu Hulusî Zeybel jî, diyar kir ku weşangeriya Belge tu carî bêdeng nema û wiha axivî: "Weşangeriya Belge piştî 12'ê Îlonê weşangeriyek herî bi cesaret kir. Bû dengê hemû kesê. Hewlda ku bibe dengê bêdengan." Hevalê Zarakolu Vahîp Tulîs jî, da zanîn ku Ayşe mirovek pir xweşik bû û Ayşe can bû.