WAN - Meclisa Dayikên Aştiyê ya Wanê xwest êrîşên li dijî Efrînê rawestin û wiha got: "Ji bo şer raweste em ji bo pira aştiyê amade ne."
Meclisa Dayikên Aştiyê ya Wanê, ji bo balê bikişîne ser operasyona li dijî Efrînê ku 9 rojin didome, li avahiya DBP'ê ya Wanê daxuyanî da çapemeniyê. Dayika aştiyê Munufer Kaçak axivî û diyar kir ku di hemû şeran de dayik digirî û xwest demek ji ya din zûtir şer bê rawestandin.
Kaçak destnîşan kir ku di şerê li Efrînê de niha dayik û zarok di hişê wan de ne û wiha axivî: "Her şev dema em televîzyonê vedikin, zarokên perçebûyî li ber çavê me ne. Divê berî her tiştî em wan bifikirin. Em li vir bang li hemû dewletên cîhanê dikin, ji bo aştî û yekitiyê vê xwînê rawestînin. Em tu demê ji bo şer ne amade ne, em ji bo aştiyê hene."
Zekiye Kaya jî anî ziman ku ew bi salan e li Tirkiyeyê wekî meclisa dayikên aştiyê têkoşînê didin û wiha pê de çû: "Em di mirinan de cudahiyê nakin. Ne gerîla, ne leşker û nejî polîsil, bila kes jiyana xwe ji dest nede. Me heta niha heman bang kir û me got 'bila mirin rawestin' û kes nemire. Xwîn bi xwînê nayê şûştin. dê dawiya vê dîsa aştî be. Ez bi taybetî bang li dayikê wan leşker û polîsan dikim; werin em bi hev re tê bikoşin û vê xwînê rawestînin. Zarokên me ji bo bijîn hatin vê dinê, ne ji bo mirinê. Em wekî dayikên aştiyê amade ne bibin pira aştiyê."