NAVENDA NÛÇEYAN - Serokê AKP'ê Recep Tayyip Erdogan, di kongreya AKP'ê ya Çorumê de der barê êrîşa TSK'ê ya li ser Efrînê agahî da û got: "Înşallah em dê gavek din Girê Buseya bixin. Ji leşkerên me û OSO 20 şehîdên me hene." Erdogan xwe şiband balafirên şer ên mirovan dikujin û got "Em li Gabarê û Tendurekê bûn F-16."
Serokê AKP'ê û Serokomar Recep Tayyip Erdogan, ji bo tev li kongreya partiya xwe ya Çorumê bibe hat Çorumê. Erdogan di kongreya AKP'ê ya Çorumê de axivî û bal kişand ser êrîşa TSK'ê ya li ser Efrînê. Erdogan wekî ku li qada operasyonê di nava şer de cih bigire û hêjmara kuştiyan jimartibe got: "Binerin Roja 9'an e. Çend kes bê tesîr bûn hûn dizanin? 484. Beriya niha ez bi fermandar re axivîm. Min got hêjmar bû çend. Got 484. Înşallah em dê Girê Buseya jî bixin.
20 LEŞKERÊN TSK Û OSO HATIN KUŞTIN
Erdogan bal kişan ser kuştiyên leşkerên OSO û leşkerên TSK'ê û wiha got: "Ji roja operasyonê heta niha bi giştî 20 leşkerên me şehît bûn. Operasyona me dê li Îdbilê jî bidome. Heta ku zarokên Çorumê hebin û heta ku 80 milyon zarokên Tirk hebin, em dê van tiştan derbas bikin. Em li Gabarê bûn bûn çi? bûn F-16. Em li Tendurekê bûn çi? Bûn F-16.