STENBOL - 9 ESP'iyên duh li Beşîktaşê li dijî cilên yek tîp belavok belavkirin û hatin binçavkirin jê 8 kes hatin berdan. Seroka ESP'a Stenbolê Pinar Turk hêj li Miduryeta Polîsan a Stenbolê tê girtin.
9 endamên Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP), şevê din dema li navçeya Beşîktaşê ya Stenbolê belavokên cilên yek tîp şermezar dikin belav kirin, polîsan ew binçav kirin. Piştî li Miduryeta Polîsan a Beşîktaşê îfadeya wan hat girtin, 8 ji wan serbest berdan.
Seroka ESP'a Stenbolê Pinar Turk li Miduryeta Polîsan a Stenbolê ya li Kolana Vatanê hêj di bin çavan de tê girtin.
Endamên ESP'ê Serkan Zorlu, Erkan Çelîkcan, M. Bedran Çogaltay, Gokhan Guneş, Ozgur Baykara, Murat Dogan, Bedîrhan Karayer û Sedat Turlu li Miduryeta Polîsan a Beşîtkatê hatin berdan.