ŞIRNEX – Maşîna polisan a zirxî li navçeya Cizirê zaroka 10 salî S.A. birîndar kir.
Polîsan di 25'e Çile de bi maşîna zirxî li tenişta Birça Belek a navçeya Cizîrê ya Şirnexê li saroka 10 salî S.A. qeliband û birîndar kirin. S.A. ku birindar bû bi ambulansê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê. S.A., ku hestiyê zerê wê zerar dîtiye 2 rojin di koma de ye.
Di 22'ê Çile de jî li ser rêya Cizîr û Sîlopiya polîsan bi maşîna zirxî li maşineya welatiyan qeliband û di bûyerê de Mehmet Sait zarokên wî Hişyar û Halit Alpkan birîndar bûbûn.